Meleya li gundê Satya yê girêdayî navçeya Sûra Amedê, di taziyekê de mewlîda kurdî xwend, ji aliyê leşkeran ve hat hişyarkirin.
Li gorî agahiyên welatiyên gund, leşker ji meleya mewlîda kurdî xwend re gotiye: “Gelo hûn PKK’î ne? Hûn çima bi kurdî mewlîdê dixwînin? Tu yê mewlîdê yan bi tirkî ya jî bi erebî bixwînî.” Leşker ji mela xwest ku mewlîdê bibire û mela jî ji ber zextên leşkeran mewlîda dixwend, di nivî de birî. AMED