Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KCK sersaxî ji gelê Libnanê re xwest

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser teqîna 4’ê tebaxê ya li Libnanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku teqîna 4’ê tebaxê ya li bendergeha Libnan-Beyrûdê bû sedem ku gelek mirov jiyana xwe ji dest bidin û gelek birîndar bibin û wiha hat gotin: “Em sersaxiyê ji gelê Libnanê re dixwazin, rehma xwedê li miriyan be, şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin. Em êşa gelê Libnanê ji dil parve dikin. Êşa wan êşa me ye.”

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Libnan yek ji qadên herî bedew ên Rojhilata Navîn û welatê ereban e. Libnan ku ereb, ermenî, kurd, durzî, suryanî û gelek bawerî û ol lê ne, cografya gelan û baweriyan e. Xwedî çand û dîrokekê ye ku ji tevahiya Rojhilata Navîn re mînak e. Libnan welatekî bawerî û gelên Rojhilata Navîn e. Lewma êşa vî welatê bedew êşa tevahiya mirovahiyê ye, êşa gelên Rojhilata Navîn e. Gelê kurd jî bi vê yekê gelekî êşiya ye.

Tevgera me ya azadiyê û gelê kurd dilsozên Libnanê ne. Kurdên li Lubnanê ne ked û hesta xwe tev li Libnanê dikin. Em Libnanê weke welatekî xwişk-bira yê kurdan dibînin. Di serî de kurdên li Libnanê, kurd hemû Libnanê weke welatê xwe dibînin. Di van rojên zor û zehmet de em bi gelê Libnanê re ne. Em di wê baweriyê de ne ku kurdên li Libnanê jî ji bo pêçandina birînên gelê Libnanê wê bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Gelê Libnanê çawa ku heta niha êşên giran ji ser xwe avêt, wê êşa vê dawiyê jî li pey xwe bihêle. Piştgiriya madî û manewî ya dostên gelê Libnanê jî wê ji bo derbaskirina encamên giran ên vê felaketê bibin alîkar. Em di wê baweriyê de ne ku gelên ereb û mirovahî di vê mijarê de wê berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Em careke din ji gelê Libnanê re dibêjin derbasî be, ku têkiliyeke me ya dîrokî û qewîn a ji dil pê re heye û sersaxiyê jê re dixwazin. Em hêvî dikin ku gelê Libnanê wê birînên xwe tavilê bipêçe û careke din weke gewhera Rojhilata Navîn li rojên xwe yên biriqandî vegere.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar