PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Partiyên siyasî bang li CPT’iyê kirin

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê, ragihandibû ku di navbera 6-17’ê gulana 2019’an de serdana Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê kiriye û di 6’ê tebaxa 2020’an de jî rapora der barê Girtîgeha Îmraliyê de parve kir. CPT di raporê de destnîşan kiribû ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din bi awayekî rêkûpêk bi parêzerên xwe û malbatên xwe re hevdîtinê bikin û ji bo vê jî bal kişandibû ser ‘pergaleke mayînde’. Her wiha CPT’iyê di rapora xwe de diyar kiribû ku divê rejîma girtîbûnê ya li Îmraliy careke dinê di ber çavan re bê derbaskirin.

Nûnerên partiyên siyasî rapora CPT’iyê nirxandin û bang li CPT’ê kirin ku peywira xwe bi cih bîne.

‘Çima dereng ma?’

Hevserokê HDP’ê ya Stenbolê Erdal Avci diyar kir ku rapora CPT girîng e lê belê kêmasiyên wan jî hene û got ku bi rapora CPT careke din pergala tecrîdê ya li Îmraliyê hatiye tescîlkirin.

Avci destnîşan kir ku peywira CPT’iyê ew e ku pêşî li ber îşkenceyê bigire lê belê vê peywira xwe baş bi cih nayne û bal kişand ser dema raporê û got ku çima dereng hatiye parvekirin. Avci da zanîn ku her derengmayînek tê wateya ku şert û mercên girtiyên li Îmraliyê xirabtir dibin.

‘Tecrîd bênavber didome’

Di axaftina xwe de Avci anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan û her sê girtiyên din tecrîdeke wisa ye ku li tu devera cîhanê tune ye û wiha domand: “Tecrîda li ser birêz Ocalan, ji roja ku girtin heya niha bênavber didome. Di demên dawî de hevdîtina bi wasî, parêzer û malbatan re bi temamî hatiye sekirnandin. Piştî greva birçîbûnê çend serdanên malbatan çêbûn lê belê di van serdanan de jî malbat bi binpêkirinên mezin ê wekî lêgerîna tazî re rû bi rû man. Jixwe ev binpêkirin di rapora CPT’iyê de cih negirtine.”

‘Tekane rê rakirina tecrîdê ye’

Avci anî ziman ku tecrîdkirina rêberekî gel ku bi milyona kes dibêje ‘vîna min e’ polîtîkayeke bi zanebûnî ye û wiha got: “Birêz Ocalan li Rojhilata Navîn, li Kurdistan û Tirkiyeyê xwedî roleke dîrokî ye. Rayedarên dewletê yên carinan hevdîtinê pê re çêdikin jî bal dikişînin ser vê rola birêz Ocalan û gotine ku ew di warê siyaseteke aqlê selîm ya li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn şensek e. Niha  aborî hatiye asteke xitimandinê û tê gotin sedema vê jî ji ber ku ji bo şer tê xerckirin. Îjar ji bo ev yek berevajî bibe tekane rê ew e ku tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin.”

Her wiha Avci destnîşan kir ku peywira CPT’iyê tenê ne tespîtkirina binpêkirina mafan e û diyar kir ku  di heman demê de divê Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî yên îmzeya xwe daniye binî tev bigere û di vî warî de jî binpêkirinên mafan ên tên kirin hemûyan ji holê rabike.

‘Tespîtkirin têr nake’

Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Elîf Torîn jî anî ziman ku rapora CPT’iyê ya piştî 16 mehan hatiye ragihandin têr nake û lê belê careke din asta tecrîda li ser birêz Ocalan û her sê girtiyên din daye der.

Oneren da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê niha li seranserê welêt tê pêkanîn û ev tişt anî ziman: “Saziyeke ku peywira wê pêşîlêgirtina îşkenceyê be, divê tenê qîma xwe bi tespîtkirinê neyne. Ev yek nayê qebûlkirin. Heger karibe pirsgirêkê tespît bike, naxwe çareseriyek wê jî heye. Lê heger ji bo çareserkirinê tiştekî neke, naxwe tespîtên wê jî ne samîmî ne.”

Oneren destnîşan kir ku tenê ne li Îmraliyê li hemû girtîgehên Tirkiyeyê modela Îmraliyê tê avakirin û wiha got: “CPT ji bo amadekirina rapora xwe diviya tenê ne bi Wezareta Dadê û rayedarên hikûmetê re, divê bi saziyên mafên mirovan ên Tirkiyeyê re jî hevdîtin çêbikira.”

Bangewazî

Her wiha Oneren diyar kir ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê hemû bi hev ve girêdayîne, pirsgirêka sereke jî tecrîda li ser Ocalan e û got ku divê hêzên şoreşger û demokrasiyê, çîna karkeran, jin û civak bi hev re li dijî van pirsgirêkan rabin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hêzên demokrasiyê divê xwe bigihîn hemû tebeqyên civakê. Divê li her derî xebatên ji bo serwextkirinê bên kirin. Di serî de çîna karkeran û bi giştî jî her kes divê topyekûn xeteke têkoşînê çêbike. Kampanyaya me Partiya Şoreşger a bi navê ‘Em ê faşîzmê têk bibin, hêvî sosyalîzm e’ didome. Di vî warî de divê hêzên demokrasiyê hemû bên cem hev du û têkoşînê mezintir bikin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar