Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê, ragihandibû ku di navbera 6-17’ê Gulana 2019’an de serdana Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê kiriye û di 6’ê Tebaxa 2020’an de jî rapora der barê Girtîgeha Îmraliyê de parve kir. CPT di raporê de destnîşan kiribû ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din bi awayekî rêkûpêk bi parêzerên xwe û malbatên xwe re hevdîtinê bikin û ji bo vê jî bal kişandibû ser ‘pergaleke mayînde’. Her wiha CPT’iyê di rapora xwe de diyar kiribû ku divê rejîma girtîbûnê ya li Îmraliy careke dinê di ber çavan re bê derbaskirin û tecrîd nayê qebûl kirin.
Komîyeta ji Ocalan re Azadî ya Başûrê Kurdistanê derbarê rapora CPT daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya Komîyeta ji Ocalan re Azadî ya Başûrê Kurdistanê wiha ye: “Piştî salekê CPT’yê rapora xwe ya sala 2019’an a derbarê rewşa girtiyên li Îmraliyê de parve kir. Bêguman derengxistina aşkerakirina raporê ya piştî salekê cihê rexneyên tunde û pêwîst dike ku rapor di dema xwe de were aşkera kirin. Lê diyar e di bin bandoriya siyaseta Tirkiyeyê ya tecrîda li Îmraliyê rapor salekê hate paşxistin.
Her çiqas ku di raporê de rewşa tecrîdkirina bîrmendê têkoşîna azadiyê Rêber Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din hatiye aşkerakirin lê rewşa Girtîgeha Îmraliyê ji rewşa di raporê de hatî diyarkirin dijwartir e.
Tişta ku cihê fikarê zêde ya me û tevahiya gelê kurd ew e ku CPT erka xwe ya qanûnî û exlaqî pêk nayîne. Rê li pêşiya binpêkirina nagire ku dewleta oirk beramberî Rêber Ocalan û girtiyên din li Îmraliyê dike. Bêguman erka CPT’iyê ne tenê aşkerakirina rapora serdana li Îmraliyê ye. Belku erka sereke pêşîlêgirtina îşkenceya li dijî girtiyan e. Pêwîst e CPT weke komîte erka xwe ya parastina jiyan û tenduristiya girtiyan bi cih bîne. Erka xwe ya qanûnî û exlaqî pêk bîne. Rewşa hestyar û dijwar Girtîgeha Îmraliyê li ber çavan bigire. Her wiha divê CPT hesasiyeta gelê me ya li beramber jiyan û tenduristiya Rêber Apo û her sê girtiyên din fam bike. Ji ber rewşa xerab û dijwar a Girtîgeha Îmraliyê çend kesan di çalakiyên grevên birçîbûnê yên heta mirinê jiyana xwe ji dest dan.
Li ser vî bingehê tevî ku rapor dereng hate aşkerakirin, hinekê qala astengî û binpêkirina hatiye kirin. Lê divê CPT rola xwe ya rasteqîn bilîze û rê li pêşiya îşkence û binpêkirinên bi awayek sîstematîk li Îmraliyê tê meşandin bigire.” SILÊMANÎ