Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê Swêd PKK’ê ji lîsteya terorê derxe’

Li Swîsreyê piştî daxuyaniya şefê polîs û serdozger a di sala 1986’an de Serokwezîr Olof Palme ku li nava kolanê ji aliyê Stîg Engstrom ve hatiye qetilkirin û şûnde du meh derbas bûbe jî, hê jî gotûbêjên li ser didome.

Enstîtuya Kurd a Stockholmê ji ber mexdûryeta ku bê ku delîlek şênber hebe hedefkirina kurdan divê Swêd lêborînê ji Kurdan bixwaze, ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin, bi nivîskî serlêdanek kirine.

Serokê Saziyê Kamûran Simo Hedîlî têkildarî qetilkirina Palme re axivî.

Hedîlî anî ziman ku piştî Serdozgerê Swêdî 10’ê Hezîranê ragihand ku di qetilkirina Palme de tu rola kurdan tune ye û şûnde rewşenbîrên kurd têkildarî mijarê li ser înternetê gotûbêjek dan destpêkirin.

Hedîlî diyar kir ku ji Kurdistan, Tirkiye, Rûsya û Ewropayê bi dehan nivîskar û rewşenbîr tev li nîqaşê bûne û wiha got : “Swêdê bi vê xwestin bi kevirekê du çûkan bixin. Bi vê Palme yê ku li dijî emperyalîst û sîstema kapîtalîst ji holê rakir û hem jî Tevgera Azadiya Kurd a li cîhanê yekane tevgera demokratîk ku li ser pêya maye berpirs nîşan da.”

Hedîlî bi bîr xist ku ji qetilkirina Palme herî zêde kurd zirar dîtine û ev nirxandin kir: “Berpirsnîşadana kurdan a ji qetilkirina Palme tiliya Tirkiyeyê têde heye. Bi hevkariya polîsên tirk û alman qetilkirin xistin stûyê PKK’ê û gelê kurd. Ne tesaduf e roja piştî qetilkirina Palme di manşetên çapemeniya tirk û Swêdê de sûcdarkirina PKK’ê.”

‘Divê şaştiya ku dewleta Swêd kirî rast bike’

Hedîlî anî ziman ku divê dewleta Swêd ji vê şaştiya kirî vegere û rast bike û wiha domand: “Dewleta Swêd bû sedem ku gelek welat PKK’ê bixe nava lîsteya terorê. Serdozger anî ziman ku tu têkiliya kurdan bi qetilkirina Palme re nîne û PKK jî tevgerekî azadiyê ye ku li dijî dewleta tirk têdikoşe. Divê tişta pêwîst êdî bê kirin. Divê ya ewilê Swêd PKK’ê ji lîstaya terorê derxîne, ji bo welatên din jî heman tiştî bikin. Desteka ku herî zêde Swêd bi kurdan bike ev e.”

Hedîlî diyar kir ku her çendî Serdozgeriya Swêdê anîbe ziman ku PKK tevgerekî azadiyê ye jî lê hê jî zextên li ser kurdan dewam dike.

Gava herî samîmî

Serokê Saziyê Kamûran Simo Hedîlî herî dawî bi bîr xist ku divê tavilê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gava herî samîmî ku Swêd bavêj e, ev e. Heta ku ev neyê kirin tu wateya gotinên serdozger tune ye. Madem hûn dibêjin me şaştî kir, tavilê rast bikin. Vê deqa reş li ser Swêdê rakin. Ensîtuya Kurd a Stockholmê yek ji saziyê herî bi rêxistinkirî û xurt a Swêdê ye. Her salê bi dehan çalakiyan dike. Dewleta Swêdê yek kron jî alîkarî bi saziya me re nekiriye. Ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin em ê di asta hikûmetê de bikevin nava hewldanan.” STOCKHOLM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar