Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Peymana Sevrê û serxwebûna Kurdistanê (1)

100 sal derbas bûn û tevî çêbûna hemû liv û lebatên siyasî-leşkerî yên kurdan di dirêjahiya 100 salên bihûrî de hêşta jî welatê me di bin nîrê koloniyalîstên dagirker de ye. Ji 10’ê Tebaxa sala 1920’an û şûnde şerê li dijî kurdan derbasî pêvajoyeke dijwartir bû û pê re jî serhildanên serxwebûnxwaziyê jî li her dera Kurdistanê dest pê kirin.

Ji 10’ê Tebaxa 1920´an heya 15’ê Tebaxa 2020´an tenê rojekê jî li Kurdistanê aştî tunebûye. Her carê li pareke axa welatê me agirê serhildanekê geş bûye.

Gelo sedemên çêbûna peymanên siyasî-leşkerî li dijî mafên kurdan çi bûne? Derfetên demê çiqas hatine bikar anîn? Faktorên binketina doza siyasî li Kurdistanê çi bûne?

Nasnameya peymana Sevrê

  1. Nav:” Peymana aştiyê a Sevrê”
  2. Sevres komonek a welatê Fransayê ku dikeve başûrê rojavayê bajarê Parîsê û 9 km ji navenda bajarê Parîs dûr e. Rûberê Sevrê 3,91 km çargoşe û nêzî 25 hezar kes jî rûniştvanên wir ne.
  3. Aliyên peywendîdar:
  4. Welatên hevgirtî ( Rûsya, Brîtanya, Fransa, Japonya û Îtalya)
  5. Împeratoriya Osmanî
  6. Sedemên çêbûna peymanê:

Osmanî di dema şerê cîhanî yê yekemîn ( 1914-1918 ) de li kêleka du Împeratoriyên Alman û Ostreiş-Macaristanê ketibûn şer li dijî welatên hevgirtî. Her wiha êdî bi pêşkeftina endustrî re pêwîstiya welatên zilhêz bi enerjiyê jî sedemeke din a hilweşîna wê îmeratoriya nexweş bû ku ji xeynî rojhilatê Kurdistanê sê parên din ên axa kurdan di nava sînorên wê de bûn.

Hilweşîna Î. Osmanî

Îmeratoriya Osmanî di bin dirûşma ‘Devlet-i Ebed-mûddet -Dewleta xwedî temenê bêdawî’ ji sala 1299´an heya 1922´yan biqasî 623 salan di rûberekî berfireh ê cîhanê xwedî desthilatdariyek berfireh bû. Di dirêjahiya temenê wê dewletê de li Kurdistanê hinek serhildan ji bo bidestxistina mafên netewî çêbûn lê ji ber sedemên siyasî, leşkerî û olî wan nekarîn bi ser bikevin.

Di salên ku êdî bi serhildana erebên misilman re sînorê împeratoyê tengtir dibûn li rojhilat û başûrê Kurdistanê di bin serkêşiya Şêx Mehmûdê Berzencî û Simkoyê Şikak de jî şerekî germ li dijî îranî û îngilîzan hebû ku li Iraqê hakim bûn.

Ji 433 madeyên wê peymanê tenê bendên 62,63 û 64 li ser mesela kurdan bûn ku bi kurtî têde hatibû diyarkirin: pareke axa bakurê Kurdistanê yê ji axa Împeratoriyê bihata cudakirin û wilayeta Musil jî yê salek şûnde li ser zêde û dewleteke kurdî ya serbixwe li jêr serpereştiya wan hêzan bihata ava kirin. Nûnerê kurdan Mihemed Şerîf Paşayê Xendan( 1865-1945) bû ku di dema xwe de yek ji generalên leşkerê osmanî bû.

Sala 1919´an di germahiya gûherandinên li pey bidawîhatina şerê cîhanî yê yekemîn de çalakiya siyasî û dîrokî ya herî berçav ji hêla Şerîf Paşayê Xendan li bajarê Silêmaniyê derket pêş. Wî weke nûnerî cihê baweriyê yê doza kurdan ji aliyê Şêx Mehmûd Berzencî ve nameyeke tije zanyarî li ser dîrok û daxwazên kurdan pêşkêşî Kongreya Aştiyê ya Parîsê kir ku pêşzemîneyên ji bo girêdana peymana Sevrê li wê kongreyê hatin diyarkirin. General Şerîf paşa bi şandina xerîteyeke mezin a erdnîgariya Kurdistanê ji birêveberên kongreyê daxwaza damezarandina dewleteke serbixwe ya binavê Kurdistanê kiribû. Zaniyariyên berfireh û îtibara ku bi kesayetiya wî ji hêla birêveberên kongrê hebû bû sedem ku bihayekî taybetî bidena daxwazên kurdan. Ew name bû sedem ku piştre di sê bendên 62,63 û 64’an de navê kurdan û daxwazên wan di peymana Sevrê de hate diyarkirin. Sê sal şûnde bi çêbûna peymana Lozanê di 24’ê Tîrmeha sala 1923’yan re hemû xweziyên kurdan hatibûn ji bîr kirin. Vê yekê li ser rewşa tenduristiya Şerîf Paşa bandoreke pir xerab çêkir û bi nexweşiya derûnî li dawiya sala 1945’an li bajarê Napolî yê welatê Îtalyayê wefat kir. Wî di wesiyeta xwe da dabû diyarkirin ku:“Ji ber ku welatekî me tune, termê min bişewtînin û xûliya wê jî bavêjin nava deryayê…” Ew daxwaza wî nehate bicih anîn û li goristana Xidêwiyên Qahireyê hate veşartin.

Sedemên cî bi cînekirinê!

Bi çêbûna her du şerên cîhanî re dîzayeneke nû jî li ser erdê bû sedema hinek gûherandinên girîng. Li pey bidawîhatina şerê cîhanî yê yekê jî dehan netewe-dewletên nû ava bûn. Bi çêkirina Peymana Sevrê re ew weke hêcet an jî amrazekê bû ku Kurdistanê pê re bikine çar perçe. Ji ber wê jî siyesetmedarên kurd ên çalak di qada xebata siyasî de bi dilsarî pêşwazî jê kirin. Sedemên jêr nehiştin ku sê bendên peymanê werin cî bicîhkirin:

– Jeopolîtîkbûn û dewlemendiya axa Kurdistanê ji mêjda bû ku li pey gerên domdirêj ên siyasetmedar, berpirsên leşkerî û gerîdokên biyanî ketibû rojeva dewletên rojavayî.

– Hevnegirtineke bihêz di navbera birêveberên kurd ku di nava komeleyên weke Cemiyeta Tealî a Kurd de kar û xebat dikirin. Ev di rewşekê de bû ku hestên tirkan ên netewî bi rêya komeleyên wan hatibûn gûherandin û ereb jî zêdetir ji kurd û tirk bi dawîhatina şer re ketibûne nava xebata avakirina dewletên xwe yên serbixwe.

– Bi destnîşankirina sê bendên 62, 63 û 64’an re peyamên girîng hebûn:

  1. Tenê li pareke axa Kurdistanê ku dikete rojhilatê çemê Firatê (pareke axa Kurdistanê li bakur) destpêka desthilatdariya kurdan ên bi awayê otonomî bûye.
  2. Di dema salekê de, ger gelê kurd bixwaze bi temamî ji Tirkiyeyê veqete û serxwebûnê bixwaze û piştre ji vê daxwazê re serî li Koma Netewan bide û ew jî qenaet pê bînîn ku kurd xwedî wê kapasîtê ne û dikarin daxwaza serbixwebûnê pêk bînîn, hingî Tirkiye garantî dike ku ew ê vê daxwazê bi temamî bînin cih anku yê hemû mafên xwe yên li Kurdistanê ji bîr bike. Di pareke wê peymanê de wiha hatibû nivîsîn: “Piştî ku serbixwebûna dewleta Kurdistanê pêk hat, ger kurdên li wilayeta Mûsilê dijîn ku pareke axa Kurdistanê ye, bixwazin tevî Kurdistana serbixwe bibin, di vê rewşê de hêzên hevalbend yê nikaribin îtirazê li vê yekê bikin.”
  3. Di peymana Sevrê de behsa pareke mezin a Kurdistanê an ku rojhilat nayê kirin ku hevçax bi amadekarî pêkanîna wê peymanê Simkoyê Şikak li nîva wê perçê de hakim û xwedî desthilateke nefêrmî yan jî hêşta ne îlankirî ye lê dewleta Îranê jî li wir bêbandor e.
  4. Sînorên nediyar di navbera axa Kurdistan û Ermenistanê de hema zû bû sedem ku nûnerên du aliyan li dijî hev xwedî helwest bin. Yanî piraniya wilayet û bajarên ku diketin nava sînorên dewleta Ermenistanê ji kevn de cih û warê kurdan û weke axa Kurdistanê dihatin naskirin ku siysetmedar Şerîf Paşa di nameya xwe ya ji konferansa aştiyê re ew xal bi zelalî raxistibû ber çavan. Vê yekê dikir ku bi awayek ku dûrbînan e her du alî haydar bin ku ger dewleteke serbixwe ya bi navê Ermenistanê li ser axa Kurdistanê bê avakirin êdî du gelên dêrîn ku hezaran sal bû tevî hev dijiyan, yê bibûna dijminên hev. Nakokiya yekê ji vir dihate pêş û dida diyar kirin ku dewletên çavdêr li ser peymanê, tenê ji bo berjewendiyên xwe yên rojê li dora hev kom bûne.

Nûçeyên Têkildar