Li navçeya Cizîr a Şirnexê, Birca Belek a dîrokî ku malovaniya mîrên kurdan kiriye û bûye mijara destana Mem û Zînê, niha bûye cih û warê tiryakêşan. Ciwanên ku her şev tên hêla ku wekî zindana Mem tê zanîn, tiryakê bi kar tînin. Bi roj gava mirov diçe Birca belek leqayî qûnikên cixareyan, şûşeyên pet, şûşeyên araqê tê. Her kesên tên li vir tiryakê bi kar tînin, şev nîvê şevê derdorê jî nerihet dikin û bi tu awayî mudaxileyî wan nayê kirin.
Her wiha tiryakêş hin caran bi devkî serdêran jî taciz dikin. Li her devera bajêr kamreyayên mobeseyê hene lê belê rayedar xwe di vî warî de li nedîtinê datînin. Şêniyên navçeyê xwestin ciwan ji van tiştên xirab bên xelaskirin. ŞIRNEX