PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

‘Sedema kûrbûna tecrîda li Îmraliyê helwesta CPT’î ye’

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê, ragihandibû ku di navbera 6-17’ê Gulana 2019’an de serdana Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê kiriye û di 6’ê Tebaxa 2020’an de jî rapora der barê Girtîgeha Îmraliyê de amade kiribû, parve kir. Di raporê de hatibû diyar kirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din bi awayekê pergalî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û pergala girtîgehê bi temamî bê guhertin. Rêxistinên civaka sîvîl ên ku rapora CPT’iyê nirxandin anî ziman ku di raporê de tespîtên girîng hene û ev tespît 21 sal in li Girava Îmraliyê dewam dikin.

HevserokA Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên Windayan a Anadolû (ANYAKAY DER) Sûltan Karasû diyar kir ku Ocalan 21 sal in dibin tecrîdek girankirî de ye û wiha axivî: “Rapora CPT’î ya ku bal kişand ser şert û mercên tecrîda girankirî, bi kêmasiyan tije ye. Ji bo ku Tirkiye van şert û mercan biguherîne, CPT’iyê tu danekirin nekir.”

 Ya ku tecrîdê giran kir helwesta CPT ye

Karasû da zanîn ku CPT’iyê encex piştî zextên raya giştî Girtîgeha Îmraliyê zirat kir û ev tişt anî ziman: “Di berê de jî gelek hevdîtin hatin kirin. Gelek caran an naveroka van serdanan nehat aşkerakirin û yan jî piştî demek dirêj hatin ragihandin. Rapora serdana herî dawî jî piştî 16 mehan hat aşkerakirin. Ev rewş tecrîdê girantir dike. Tecrîda li Îmraliyê tenê, bi dewleta Tirkiyeyê ve ne girêdayiye. Tiliya hêzên Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kirin jî di nav de heye. Ji ber vê heya ku CPT’î nekeve zoriyê, derbarê Girtîgeha Îmraliyê de tu daxuyaniyan nade û naçe Îmraliyê.”

Têkoşîna topyekun şert e

Karasû dest nîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê îro li tevahiya welat belav bûye û wiha bi dawî kir: “Ji bo ku tecrîda li dijî Birêz Ocalan bê şikandin, divê demokrasî azadî li welat daîmî bibe. Di şexsê Ocalan de hemû gelên Tirkiyeyê hatine tecrîdkirin. Ji ber vê li dijî tecrîdê têkoşîneke topyekun li Tirkiyeyê şert e.”

‘Divê CPT’ê erka xwe bi cih bîne’

Hevserokê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxarên Marmara (MATUHAY DER) Husnu Taş jî bal kişan ser rapora CPT’iyê amade kir û ev tişt anî ziman: “Di raporê de tecrîda li ser Ocalan û girtiyên din bi awayekê seresere hatiye destgirtin. Mûameleyên xirab li dijî Ocalan hene. Divê CPT’î jî bi awayekê ji rêzê nêz nebe. CPT’î tenê pirsgirêkan tespît dike. Ji derveyî vê tu tiştekê din nake. Yanî tiştên em dizanîn, ji bo me dubare dike. Jixwe em astan tecrîdê ya li Îmraliyê baş dizanîn. Bi salane li tevahiya cîhanê li dijî vê têkoşîn heye. Divê êdî CPT’î erka xwe bi cih bîne. CPT’î pir giran tevdigere. Ev nêzîkatiya wê jî dibe sedem ku tecrîd girantir bibe.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar