Ji bo ku mirov zanibe vê pêngava dîriokî çi afirandi ye, divê mirov zanibe ev pêngav, di çi şert û mercan de hat amadekirini û avêtin!
Derbeya faşîst a 12’yê Îlonê, bi ser gelê me ve hatibû û agir berdabû hem xakê û hem civakê. Jimara girtî û kuştî û birindar û koçberan ne diyar bû. Hemû sazî û rêxistinên şoreşger û demokrat û yên xwe wisa didîtin, hemû ji hev hat belavkirin; ên hatin girtin, ên hatin kuştin, ên hatin revandin û hwd.
Bi kurtasî tirs û xof hem li zindanan, hem li derve di asta herî bilind de bû.
Yên dîwarên vê faşîzma Kenan Evren qelişandin û hilweşandin; ew berxwedana wan lehengên zindana bûn û yên ew ruh li derve bi rêxistin kir û vegerand Kurdistanê jî Rêber Apo û heval û şagirtên wî bûn.
Di encama vê hewldan û xebata hêja de, bingeha pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê hat amadekirin. Yên ew şert û mercên faşîma tirkan afirandibû, berovajî kirin, şûna tirsê curet afirandin; ev Rêber û ev şorgeşger bûn. Ev egît û ev ciwanmerd bûn. Mazlûm, Ferhat, Xeyrî, Kemal, Sakîne, Mahsûm û heval û hogirên wan bûn.
Ew zanist, cesaret, dûrbînî û hezkirina ji welat û gel û jiyana azad û mirovahiyê, bû giyan, bû berxwedan, bû viyan û heta roja îro her mezintir bû û meşiya. Ev bû çandek e serîhildêr û li Rojava bû şoreş. Belê ne rawestiya ev ruh û ev çand, weke ciwa herikî hemû herêmê û gav bi gav berê xwe daye cîhanê jî.
Bê gûman vî ruhî û îradê, çawa mirovahî şa kir, heman demê neyar jî, hem tirsand hem hêrs kir.
Ev neyarî ji roja destpêke ve diyar bû. Ne bi tenê dewleta tirk û yên dagirkerên din û yên hegemonên cîhanê, belê kevneperestiya kurdî jî, di rojên despêkê de li hember derket û helwesta xwe aşkera nîşan da.
Ez ê mînakek biçûk bêjim; hîn mehek derbas bûbû, serkirdatiya PKD’ê, li gundê Rajana Ûrmiyê bang li PKK’ê kir. Heyeta PDK’ê hema hema serkirde hemû amade bûn, ya PKK’ê jî Cemîl Bayik û Mamosta Emîn Sezgîn bûn.
Aşkera gotin; ev pêngava we ne rast e, em napejirînin, we bo çi ji me îcaze ne wergirtiye û hwd?
Cemil jî got; weke dost an rêxistinek biratî hûn dikarin agahiyê li ser vê pêngavê yan mijarek din bixwazin, em jî we agahdar dikin. Lê ew gotina din a “îceze” û hwd. ne gotinek li rêye, em dema derketin me îcaze ji kesî nexwestiye û heta dawiyê jî em bi îcaza kesî têkoşînê nakin, em azad in û xwedî îradeyek serbixwe ne û hwd. Ez jî şahidê vê lihevrûniştinê bûm.
Niha jî her ew ên ji vê pêngavê ne razî ne û li dij in, pêkve ne. Belê yên li gel vê pêngavê ne, roj bi roj zêdetir dibin û yên bi serkevin her xwedî û layengerên vê pêngava pîroz in! Bijî ruhê pêngava 15’ê TEBAXÊ!