Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Xeyalên avakirina Kurdistanekî biçûk û serbixwe!

Di qonaxekî welê de ne ku hemû hêzên sermayedar û emperyalîst li ser qirkirina kurdan tên bahev û ji bo koka wan biqelînin, hê jî hinek partî û rêveberên kurd ketiye pey avakirina Kurdistanekî biçûk û serbixwe.

Di rewşekî wiha de ku li ku derê destûra weke kurd bê qebûlkirin tune, ev xweşmêrên ku qaşo Kurdistanek biçûk û serbixwe avakirine, dixwazin hebûna kurdan li cîhanê bidin nîşandan û mayînde bikin. Nizanin carê ev hemû cîhaneke ya xeyalan jêre mîna ‘Cineta Hesen Sabah’ dayî avakirin, li eynê dinêre û bi wê renginiya eyneyê dixape.

Dîrok û lîderên kurdan ên ji bo hebûn û serxwebûna kurdan têkoşîn kirin, di dîrokê de diyar e, encamên bi xwe re jî anî li holê ye. Sedemên têkçûn û hilweşîna wan jî diyar e. Lê mixabin piştî bi salan dîsa ketina heman şaştiyan, nefamî û ji korbînêyê zêdetir ne tişteke.

Li vir ji bo van aliyên wiha du tişt hene, yan bi rastî jî dijminê bav û kalê xwe fam nekirine, yan jî ji hevkarî zêdetir dijminên xwe bi kurdînî pêçayî ne. Îro ku rojane Başûr, Bakur û Rojava tê bombekirin, di asta tenê hebûna kurd de jî be nebûna xwedî helwest, baş e ez vê pirsê dikim; ew çi kurd e? Em divê sivik nêzî mijarê nebin û hema ji nişkave demxeya ‘xayîntiyê’ li kesê nedin. Divê em biçin kûrahiya mijarê û pêwîst bike biçin koka genên wê jî. Lê ya dixuyê mirov pir diêşîne. Êdî gihaye wê astê ku mirov ji bo îfadekirinê peyvekê jî nabîne, esil peyv pir in lê ku tam wê watê bide kêm dimîne.

Ji bo wê ye dema doxtor bû celadê mirov, divê civak êdî li çareya birîna xwe binêre, xwe derman bike. Ger ku îro dermanê mirov bêje ji bo birînê baş e, lê rastî wê birînê tim kûr dike û nakewîne; wê demê ew derman sexte ye, mirov dikuje, seqet dike. Devjê berdin. Rêveberî û desthilata ku xwe ji bo derd û kulê civakê melhem û derman dizane, îro bûye jehr û kul, dikuje.

Bûyerên ku rojane li Kurdistanê tev rûdidin nîşana wê yekê ye ku kes û rayedarên li ser vê fikrê, ji derveyî ziyanê tiştekî din nedaye vê civakê. Berovajî tim weke kurman ji bedena vê civakê xwarine, ew zeîfkirine bi xwe zexm û têr bûne. Ew ji taqet û hêz xistine, bi xwe bûne hêz. Baş e di rewşeke wiha de, ev civak heta kengê li dû we bê? Heta kengê wê çavê wan li ber destê we be ku tiştek ji devê we bikeve bikare xwe pê bijî?

Rêveberiya Başûr îro daye pey ku mîna bakurê Kurdistanê sîstema cerdevaniyê bide avakirin. Di bin navê parastina gundanên xwe de sîstema cerdevaniyê dixwaze rewa bike û sîxûrên sîstemê ava bikin. Gelo wê ji kê gundê xwe biparêzin birêzno? Wê ji ecem, faris, ereb û oris, elemûsan biparêzin? Bi nêrîna we metirsiya êrîşa kê li ser gundan hene pêwîstî pê heye ku gundên xwe biparêzin? Gelo ji PKK’ê biparêzin, niyeta we ev e!? Na, ya jî ji dagirkeriya tirk e?

Lê halê hazir di rewşa heyî de ji bo vebijêrka duyem tu nîşaneyek nîne û nebûye. Ji ber ku hemû helwest û daxuyaniyên tên dayîn, ji derveyî rewakirina êrîşî tiştekî din nîne. Tenê yek vebijêrk ma, ew jî PKK ma. Gelo PKK’ê li ku û çawa êrîşî gundan kiriye? divê em vê destpêkê bizanin ku paşê li ser mijara xweparastina ji PKK’ê bigirin dest. Kengê di çapemeniyê de derketiye ku PKK’ê êrîşî gundên Başûr kiriye û zextê li gundiyan dike? PKK’ê bê sedem kengê kes girtiye û lêpirsîn kiriye? Yên merq dikin dikarin biçin ji gundiyên herêmê bipirsin. Bi qasî PKK’ê wan gundan diparêze ne hikûmeta herêmê û ne jî hêzên wê yên parastin û ewlekariyê li wan deran neparastiye. Jixwe salên dûr û dirêj in ew herêm di bin kontrola gerîla de ne û gerîla li dijî her cûre êrîş û zextan parastina wî gelî kiriye.

Bila rayedar û rêveberên Başûr biçin çend carî nakokî û pirsgirêkên wê civakê çareserkiriye ku îro PKK’ê weke gef û hêzekî biyanî dide nîşandan. PKK ne tenê gundiyan ji êrîşên dagirker heman demê ji nakokî û aloziyên civakî û dîsa kesên niyetxirab diparêze. Partî û saziyên xwedî wê hişmendiya xirab û taloke çend cara çûne serdana gundan kirine û li halê wan pirsîne?

Jixwe halê giştî Başûr li holê ye, bi mayîna li gel Tirkiyeyê kiriye ku Tirkiye û rayedarên wê di çi halî de be, niha Başûr jî di wî halî de ye. Tirkiye di nava xwe de di warê aborî, siyasî û çandî de li ser hev hemû bûne krîz, mixabin Başûr jî heman rewşê dijî. Ev hemû gelo tesadûf in. Na, ev tercihên ku tên kirin encamên wê ne. Îro xelkê başûrê Kurdistanê êdî naxwaze ev hikûmet bimîne. Di vê rewşê de jî ku ger rêçareyek baş neyê dîtin, wê desthilat biçe hilweşînê. Yan jî guhertinên mezin çêbike. Ji ber ku dema li cihekî te pêşiya avê girt û rêyek a ji ber çûnê venekir, wê peng bide û biteqe; dema teqiya jî wê karesatên mezin bîne, êdî ev çi canî dibe û çi jî malî dibe.

Ji bo vê ye ku di rewşa niha de desthilata başûrê Kurdistanê ku dixwaze PKK bi dawî bibe, bizane teqez ew Kurdistana biçûk a serbixwe pênase dike ya mîna ‘Cineta Hesen Sabah’ avakirî ew e ku çawa roj derket, bi dawî dibû, piştî PKK’ê rojekê wê ew Kurdistan jî serûbin bibe.

Tevgera Azadiya kurd ku ji roja yekê derket, bi wê xeyala Kurdistana azad û mezin a serbixwe rabû. Ji bo wê ji wê rojê kesên herî bedew û kêrhatî kirin qurban heta giha îro, ji ber wê nehesane ku wisa bê hilweşîn. Yên ku 36 saet, mîna eşqiya, qaçaxçî lê dinêrî û digotin wê biqedin hemû qediyan hê jî PKK 36 sal in heye û wê hebe.

Divê ev hişmendiya Kurdistana biçûk bê tunekirin û ji bo Kurdistana mezin û serbixwe kar bê kirin. Ji ber Kurdistan yek e. Têkoşîna bê kirin jî divê yek be heta bigihêje serketinê. Ji bo vê yekê ye divê her kes di vê çarçoveyê de li mijarê binêre û bibe xwedî helwestekî ya rast. Ji derveyî vê rastiyê, şopandinê rêyên din, kedekî zêde, berdêlên giran û texrîbatekî zêdetir dide heta gihiştina serketinê. Ji ber ku gava serketinê hatiye avêtin, çiqas jî bajo bila bajo wê encam neyê guhertin, xeyala ku kurd tune bibin, êdî tenê xewnên şeva yên dijmin in. Ji bo vê bila tu kes xeyalên wiha neke. Ew xeyal tenê para dijmin e…

Nûçeyên Têkildar