Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Leşkeran bi hinceta ‘Ewlehiyê’ darên gundiyan dibirin

Leşker li gundê Setkarê yê navçeya Elkê ya Şirnexê bi zorê darên nava zeviyên gundiyan dibirin. Leşkeran bi hinceta ‘ewlehiyê’ bi zorê îhaleya birîna daran derxistin û bi destê mutahîdan darên welatiyan dibirin. Li gundê Setkarê bi salan e welatî dibin hedef û bi tundî û zextan re rû bi rû dimînin. Niha jî darê wan bi zorê tên birîn. Li gundê Setkarê îsal ji aliyê kesên nasnameyên wan nediyar ve 3 caran daristan hatin şewitandin. Niha jî bi hinceta ewlehiyê dixwazin darên welatiyan bibirin. Tê gotin ku armanc dikin ku li ser firehiya 300-400 metre û 3 kîlometre dirêjahiyê darên li herêmê bibirin. Welatiyan anîn ziman ku Fermandarê Qereqola Ayvalik 3 meh in diçe li herêmê lêkolîn dike hewl dide welatiyên ku zeviyên wan ên bi tapo heye îkna bike. Ji ber welatiyan ev yek qebûl nekir, fermandariyê bi zorê birîna darên li herêmê derxistin îhaleyê û dest bi birîna daran kirine.

Gundiyan anîn ziman ku fermandariyê personelên Midûriyeta Karên Daristanê anîne herêmê û xwestine daran bibirin lê personelan diyar kirine ku ji ber tabûya zeviyên welatiyan e nikarin van daran bibirin û destnîşan kirin ku li gel vê yekê fermandariya qereqolê hinceta ‘Li herêmê şer derdikeve’ ji gundiyan re gotiye dê daran bibirin.

‘An destûrê bidin an em ê jêkin’

Gundiyan destnîşan kir ku wan destûr nedan ku darê zeviyên wan bên birîn û da zanîn ku li gel hemû bertekan, Fermandariya Qereqolê Ayvalik (Çeman), îhaleya birîna daran daye endemekî eşîra Jirki ya gundê Çemanê.

Gundiyan bi bîr xist ku rayedarên leşkerî li jora gund dest bi avakirina 2 qereqolên cerdevanan kirine û hemû hewldanên wan bê encam maye û wiha gotin: “Fermandarê Qereqola Ayvalik (Çeman) di 3 mehên dawî de tê li gund lêkolîn dike. Xwest daran bibirin. Lê me gundiyan destûr neda. Fermandar got ‘Li vir şerê germ çêdibe. Ji bo ewlehiya rê divê ev dar bêr birîn. An hûn dê destûrê bidin. An jî em dê bibirin.’ Me jî got; Em naxwazin dar bên birîn.”

Gundiyan anîn ziman ku li gel hemû bertek û nerazibûnên wan fermandariya leşkeriyê dîsa dest bi birina daran kirine û alîkariyî ji kesên eleqeder xwest û gundiyan bertekên xwe wiha anîn ziman: “Pir hindik gelek kes rewşa gundê me dizane. Bi salan e gundiyên me di bin zextan de dijîn. Binçavkirin û girtin didome. Herî dawî 3 sivîl li gund hatin kuştin. Li vî gundî bi salan e zext û zilm tê kirin. 3 meh in Fermandarê Qereqola Ayvalik tê gund û zextan dike. Xwest darên li ser zeviya 300-400  metre fireh û 3 km dirêj bibirin. Me gundiyan ev yek qebûl nekir. Midûriyeta Giştî ya Daristanê birîna daran qedexe kiriye. Ya din jî divê destûra me xwediyên ziviyan hebe. Li gel vê yekê kesê bi navê Adil Gokçe dest bi birîna daran kirine. Li gel destûr û daxwaza gundiyan tune jî niha daran dibirin.”

Gundiyan bang li rayedar û partiyên siyasî kir û xwestin destûr nedin birîna darên gundê wan. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar