Hevserokên KCD û DBP’ê li Stenbolê di çarçoveya bernameya HDP’ê ya bi şîara ‘Em ê bi hevre xwe bi rêxistin bikin û bi hevre bi hêz bibin’ li Stenbolê bi gel re hat cem hev. Hevseroka Kongreya Civaka Demokrakratîk (KCD) Leyla Guven û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, li navçeya Bagcilarê ya Stenbolê bi gel re civîya. Parlamentera HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr û Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Avc jî tev li bernameyê bû. Civîna bi gel re ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. STENBOL