Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG: Li Berwariyê 10 tîmên taybet hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de daxuyaniyek nivîskî parve kir.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahiyan parve kir:

“Artêşa TC a dagirker ev demek bû li navçeya Berwarî ya Sêrtê li qada Kato Hêşetê bi tîmên taybet kemîn datînî. Hêzên me ev yekîneya dijmin xistin bin kontrolê û liv û tevgera dijmin demekê şopandin. 12’ê tebaxê saet di 22:00 de hêzên me li qadeke navbera Berwarî û Hêşetê, li dijî wesayîta ku yekîneya dijmin tê de bû çalakiya sabotajê kirin. Di encamê de wesayîta dijmin bi temamî îmha bû, bi qasî ku hate tespîtkirin 10 tîmên taybet hatin cezakirin. Ev çalakî ji bo silavkirina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê hate lidarxistin.

7’ê tebaxê artêşa TC bi piştgiriya kontrayan li qadên Koruk û Axula yên navçeya Payîzava ya Wanê dest bi operasyonê kir. Ev operasyon 13’yê tebaxê bi rengekî bêencam bi dawî bû û hêzên dijmin xwe ji qadê vekişandin. Artêşa TC a dagirker li qadê hîn jî kemînan datîne.

1’ê tebaxê artêşa TC a dagirker li qada Çiravê ya herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê êrîşa hewayî pêk anî. Di vê êrîşê de hevrêyên me Argeş û Warşîn şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîdbûne dê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

15’ê tebaxê saet di 15:00 de balafirên artêşa TC a dagirker bombe li qada Aris-Faris a herêma Avaşînê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.

13’yê tebaxê saet di 22:00 de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li wesayîteke li gundê Reşankê ya li herêma Zawite ya Duhokê barandin. Di vê êrîşê de 3 milîsên tevgera me şehîd bûn.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar