Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Parlamentoya başûrê Kurdistanê

Dewleta tirk, bi hemû hovîtiya xwe, êrîşê xwe ya li ser başûrê Kurdistanê berdewam dike. Geh êrîşê sivîlan dike, geh êrîşê leşkerên Iraqê dike. Geh gundan dişewitîne geh êrîşê pêşmergeyên PDK’ê dike. Wek gayê li ber kêrê, êrîşê derdorê dike. Ji ber ku gerîlayên azadiya Kurdistanê berxwedanek mezin dimeşînin, berxwedana gerîla wan dîn û har dike. Hemû plan û armancên wan vala derdixe. Çiqas berxwedan li pêş dikeve dewleta tirk ewqas dîn û har dibe. Bi aweyek gêj êrîşê derdorê dike.

Li dijî van êrîşan çiqas diçe bertek mezin dibin. Piştî ku li Sîdekan 2 serbazên dewleta Iraqê hatin kuştin, dewleta Iraqê bertekên xwe tundtir kir. Serokomariya Iraqê û wezareta derveyî Iraqê bertekan nîşandan û xwestin dewleta tirk êrîşê xwe biseknine. Lê balkêşe kutu deng ji serok wezîr Mûstafa Kazimî derneket. Ev jî dide xuyakirin ku serokwezîrê Iraqê ji destpêkê heya rojame di nav vê plana dewleta tirk de ye. Weke din gelek dewletên ereb, êrîşê dewleta tirk şermezar kirin û xwestin dewleta tirk ji axa dewleta Iraqê derkeve. Ev pêşveçûnên girîng in dê bandora xwe li ser pêşveçûnên pêşerojê bikin.

Bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên siyasî yê Başûr, mirovan matmayî dihêle. Gund tên şewitandin, mirovên sivîl tên qetilkirin û li ser pêşmergeyên PDK’ê êrîş tên kirin. Lê tu bertekek  ber bi çav nîne. Daxuyaniyên hatine dayîn û bertekên heya niha şermezariyek dahî nîne. Bangên ji rastiyê dûr têne kirin. Nikare ji dewleta tirk re bibêje, tê axa me dagir dikî  û mirovên me qetil dikî. Bi rastî jî ev helwesta hikûmeta Herêma Kurdistan, tu îzahek wî, bi  netewî, eşîrî, hevkarî, xweserî û bi serwerî re nîne.

Parlamana başûrê Kurdistanê, saziyek herî bilind a siyasî yên başûrê Kurdistanê ye. Lê heya niha li hember dagirkeriya dewleta tirk tu gotin negotiye û tu biryar negirtiye. Tenê komîsyonek avakiriye û ev komîsyon raporek amade kir. 29’ê heziranê komîsyon rapora xwe pêşkêşî parlamantoyê kirî. Di rapora komîsyonê de, heta niha êrîşên madî, valakirina gundan, kuştina sivîlan bi awayek îstîtastîk hatibû amadekirin. Êrîşên dewleta tirk wek êrîşê dagirkerî nehatibû pênasekirin. Lê heya niha parlamentoya başûrê Kurdistanê ji bo vê yekê tu civîn çênekiriye û tu biryar ne girtîye. Bo çi nacive û biryaran nade em nizanin. Lê li ortê bê îrade bûyîne heye. Êrîş û dagirkiriya dewleta tirk hemû cîhan dizane û gumanê xwe tînin ziman. Lê parlamentoya başûrê Kurdistanê hêj vê yekê, nexistiye rojeva xwe û yek civînek çênekiriye. Raya giştîya gelê kurd li benda biryara parlementoya başûrê Kurdistanê ye. Parlamento wê helwestên, heya niha hatiyê dayîn deyne yan jî wê wek 2006’an biryar bide ku dewleta tirk ji Başûr derkeve. Di 2006’an de biryarek girîng dabû. Raya giştî ya kurd, li bendê ye ku parlamentoya başûrê Kurdistanê xwedî li biryara xwe ya 2006’an derkeve. Bendewarî û hêviya gelê Kurdistan û raya giştiya kurd, bi vî rengî ye.

Nûçeyên Têkildar