Li Êlihê, keça ciwan Î.E. ya çawişê pispor Mûsa Orhan destdirêjî lê kiribû û di 16’ê tîrmehê de helw dabû xwe bikuje lê nexweşxaneya lê tedawî dibû canê xwe ji dest da.
Di 16’ê tîrmehê de, li navçeya Qubînê ya Êlihê keça ciwan Î.E. (18) hewl dabû xwe bikuje bike û piştre derketibû holê ku çawişê pispor Mûsa Orhan destdirêjî lê kiriye. Î.E. îro li nexweşxaneya lê tedawî dibû canê xwe ji dest da.
TECAWIZKAR BERDAYÎ YE
Î.E. roja ku hewl dabû xwe bikuje, li dû xwe nameyekê hiştibû û diyar kiribû ku çawişê pispor Mûsa Orhan destdirêjî lê kiriye. Li ser vê yekê malbata Î.E. giliya çawişê pispor Mûsa Orhan kiribû û hatibû binçavkirin lê piştre hatibû berdan.
ÊLIH