PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Xirabreşk: Guhertina Nêrîna Li Dîrokê -1-

Dema ku arkeologê alman Noah Kramer di derbarê Sumeran de lêkolîn dikir û gihîşt hinek encaman bi kelecaneke mezin pirtûkek nivîsandibû û navê pirtûka xwe jî kiribû ‘Dîrok Ji Sumeran Dest Pê dike’.  Li gorî wî nepeniya dîrokê aşkera bûbû û dîrok bi pêşxistina nivîsê di dema Sumeran de dest pê kiribû. Demeke dirêj hemû kesî wisa dizanî ku dîrokê bi Sumeran dest pêkiriye.

Dema ez diçûm dibistana seretayî di fêrgehê (sınıf) de li ser dîwar tabloyek hebû. Li ser dinivîsi ‘Serdemên dîrokê’. Di wê tabloyê de xêzeke dirêj a bi rengê reş hebû. Di bin wê xeza reş de digot ‘serdema beriya dîrokê-serdema tarî’. Piştre re behsa serdemên bakir, bronz, hesin dikir. Li cihekî jî digot dîtina nivîsê-destpêka serdema yekemîn. Ango di dibistanê de jî fêrî me dikirin ku beriya dîtina nivîsê tiştek tune. Tiştê balkêş jî ew bû ku ew dema herî girîng a dîrokê bi rengê reş nîşan didan. Wê demê hişê min nedigirt. Lê îro têdigihîjim ku nêzîkatiyeke çiqasî şaş e. Wê tabloyê bi tena serê xwe feraseta modernîteya kapîtalîst a li hemberî dîroka gerdûnî û dîroka gelan radixist ber çavan. Li gorî vê ferasetê tiştê ku ne li ber çavê me be tune yan jî tarî ye. Dibêje bila kes serê xwe pê neêşîne. Min jî heya demeke dirêj wisa li dîrokê dinêrî. Lê piştî ku min cara ewil pirtûka Rêberê Gelê Kurd a bi navê ‘Ji Dewleta Rahib a Sumeran Ber bi Komara Demokratîk Ve’ xwend serê min tev li hev bû. Ji du aliyan ve serê min tevlihev bûbû. A yekemîn ew pirtûk wekî parêznameyê hatibû nivîsandin. Ez li bendê bûm ku di pirtûkê de li hember sûcdariyên têne kirin parastineke di çarçoveya qanûnan de bike û di hêla hiqûqî de xwe biparêze. Lê mixabin di pirtûkê behsa serdemên paleolîtîk neolîtîk dihate kirin. Û ev serdem di dîrokê de wekî dema herî girîng dihate nirxandin. Min pirtûk dixwend. Lê min wate nedida çima behsa van tiştan dike. Heya nîvê pirtûka yekem hatibûm lê hê jî min wate nedida çima behsa van mijaran dike. Her ez li bendê bûm ku parastineke klasîk bike. Bes ez li tu cihê pirtûkê rastî hevokeke ku bêje ‘berpirsyarê vê bûyerê ne ez im û ez vê sûcdariyê qebûl nakim’ nehatim. Rêberê Gelê Kurd parastina xwe bi pêşketina dîrokê dikir. Li gor wî heke sûcek hebûya ew jî ji ber pêşketina çewt a dîrokê bû. Jixwe di gotineke xwe de wiha dibêje: “Sûc di kûrahiya dîrokê de ye. Divê hûn lê bigerin û bibînin.” Lewma jî wekî berpirsyarê rewşa niha pêşketin û nirxandina şaristaniya desthilatdar didît û ew mahkum dikir.

Şaş mayîna duyem jî ew bû ku min heta wê demê di serê xwe de şêweya pêşketina dîrokê dabûm rûniştandin. Lê nirxandina dîrokê ya Rêberê Gelê Kurd dianî ziman ji ya min dizanibû pir cuda bû. Demek dirêj ez di nav nakokiyan de mam. Zanînên min ên berê bi yên nû re ketin nav nakokiyê. Weki mînak min destana Gilgamêş xwendibû. Wekî pirtûkeke ku xweş be û hema mirov bixwîne bi awayekî  ji rêzê min dixwend. Jixwe dema min pirtûka destana Gilgamêş dixwend pazde-şazdeh salî bûm. Wê demê rêvebirekî partiyê ji min re wiha got: ‘Himm tu Gilgamêş dixwînî. Baş e. Lê fêmkirina wê hinek zehmet e. Divê mirov baş li ser bifikire.’ Min jî got ‘na, tu zehmetiya wê tune, gelek xweş e’. Bes dema min pirtûka Rêberê Gelê Kurd xwend ew destana ku min wekî çîrokekê dixwend û kêfa  min jê re dihat û min gelek caran jî behsa serpêhatiyên Gilgamêş ji xelkê re dikir, ez fêrbûm ku di nava xwe de gelek rasteqînan dihewîne.

Di parêznameyê de nêzîkatiya dîrokê ya fermî pir dijwar dihate rexnekirin. Min parêzname qedand. Lê nakokiyên serê min hêj didomiyan. Di bîst saliya xwe de ez ketim zindanê. Yek ji karê yekem ku min kir jinûve xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd bû. Min careke din parêzname girtin destê xwe û ji deklerasyona yekemîn bi navê ‘Danezana Çareseriya Demokratîk’ dest bi xwendinê kir. Di demeke kin de min parêznameyên heta wê demê ku derketibûn xwendin. Piştî xwendin xelas bû ez têgihîştim ku zanînên di derbarê dîrokê de ku li dibistana hînî me dikirin ji serî heta binî berovajî ne. Yek ji cihên ku destpêka dîrokê û pêşketina dîrokê diguhert Xirabreşk bû.

Zanîna min a derbarê Xirabreşk de jî di zindanê de çêbû. Di parêznameyên Rêberê Gelê Kurd de behsa Xirabreşk dihate kirin lê berfirehî vegotin tune bû. Rêberê Gelê Kurd ev cih wekî nîşaneyeke ku dîrok berî Sumeran dest pê kiriye digirt dest. Jixwe sedema eleqedariya min a Xirabreşk jî ev mesele bû.

Bi qasî tê bîra min  rojekê di rojnameya Radîkalê de derbarê kolandinên wir de niviseke dirêj hebû. Berî wê nivîsê jî min navê Xirabreşk zanibû lê ewqasî berfireh agahî tune bû. Piştî min di rojnameyê de nivîs xwend min ji derve derbarê Xirabreşk de agahî xwestin. Lê wekî îro agahiyên berfireh tune bûn. Dema agahiyên yekem hatin û encamên lêkolîna li wir derketin holê rastî ez şaş mabûm. Rêberê Gelê Kurd di parêzname xwe de digot dîrok herî zêde li Kurdistanê pêş ketiye. Gelek nirxandin jî dikirin. Encamên Xirabreşk da nîşandan ku ev nirxandin çiqasî rast û di cih de ne. Êdî bi lêkolînên li Xirabreşk nivîsandina dîrokê diguherî. Berê dîrokê diguherî. Bêguman pêşketineke wisa lazim e kelecaneke bide mirov. Bifikire, bi hezaran sal derketina olan, pêşketina civakê herî zêde digihîjinin 5-6 hezar berê lê Xirabreşk nîşan dide ku mirovan 13-14 hezar sal berê cihekî îbadetê vekirine. Û ji her aliyekî ve cihekî pêşketî. Di dema ku digotin mirov debara xwe bi nêçîrvaniyê dikin û hişê mirov zêde pêş neketiye de mirovan perestgeh avakirine û li wir kevirên ku giraniya wan bi qasî sê  çar ton heye şêwe dane wan û ji bo îbadetê çikandine. Her ku der barê Xirabreşk de agahî dixwendin meraqa min jî zêde bû. Piştî ji zindanê derketim rojekê min û çend hevalên xwe  me berê xwe da Xirabreşk. Lê besiudiya me, wê demê cihê kolanê ji ber çêkirina çatiyê ji ziyaretvanan re girtibûn. Lê dîsa jî me çû hinek çavdêrî kir. Piştre me berê xwe da muzeya Rihayê. Li wir yekeyek maketa Xirabreşk çêkiribûn. Li ber heybet û mezinbûna wan keviran ez matmayî mam. Ew mirovên ku paşvemayî dihatin nirxandin bi xêzên ku li ser keviran çêkiribûn wekî ku ji mirovên îro re peyamek bişînin, hemû hostehiya xwe dabûn nîşandan. Mirovên Xirabreşk hem hosteyê keviran bûn hem jî zanistê xweza û baweriyê bûn. Her wiha li gorî hinek zanist dibêjin, ew kevir li gorî şêweyên astrolojiyê hatine çikandin. Ev jî tê wê wateyê ku Xirabreşk pêşengiya mîtolojîyê jî kiriye.

Li gorî dîroka klasîk pêşketina civakê bi avabûna dewletê ango bi şaristaniyê herî xurt çêbûye. Pêşketina olan jî bi pêşketina çandiniyê ve girê dide dîroka klasîk. Lê dema Xirabreşk hatî avakirin ne dewlet li holê hebû û ne jî çandiniyê dest pê kiribû. Lê perestgeheke ku îro hê jî nepeniya wê nehatiye aşkerakirin avakirine. Li ser Xirabreşk gelek pirs hene. Ew mirovên ku Xirabreşk ava kiribûn çi ji wan hat? Derketiye holê ku Xirabreşk bi destê mirovan di bin axê de hatiye hiştin. Çi bû sedem ku Xirabreşk bixin bin axê? Gelo têkiliya derketina Hz. Îbrahîm û pêxemberên din bi Xirabreşk re heye yan na? Girîngiya Xirabreşk ji bo dîroka giştî û dîroka Kurdistanê çi ye? Têkiliya Xirabreşk bi roja me re heye? Heke têkiliya wê bi roja me re hebe, çi ye? Di nivîsa duyem de ez ê hewl bidim li ser van mijaran hinek zanîn û fikrên xwe parve bikim.

Nûçeyên Têkildar