PKK wê di meşa serkeftinê de bi ser bikeve

Em di rojên salvegera damezrandina PKK'ê re derbas dibin. PKK di 27’ê mijdara 2024’an de sala 46’emîn li pey xwe hişt û sala nû...

Pêvajoya neçareseriyê

Nîqaşên li ser pêvajoyeke muhtemel a çareseriyê di rojevê de ye. Yên ku ev nîqaş jî derxistine Erdogan û Bahçelî ne. Vaye du meh...

Cuma - 29 Kasım 2024

Piştî kalekol û qereqolan niha jî dîwar lê dikin

Dewleta tirk ku li navçeya Çaldiran a Wanê û navçeya Bazîd a Agiriyê bi dehan kalekol û qereqol li ser sînor lê kiriye, niha jî dîwêr lê dike.

Dewleta tirk a ku qîma xwe bi kalekol û qereqolên li ser sînor nîne, li beşeke mezin a sînorê Wan-Îran, Agirî-Îran (Rojhilat) dîwar lê kiribû. Hate îdîakirin ku dîwar ji bo astengkirina koçberan tê lêkirin lê belê tê gotin ku armanca rastî ya lêkirina dîwar şerê li herêmê ye.

Her meh bi hezaran koçber ji Îranê tên Wanê. Bi taybetî li herêmên ku qereqol lê ne derbas dibin. Tê zanîn ku li navçeya Çaldiranê bazirganên mirovan û leşker bi hevkarî koçberan digihînin Wanê û ji vî karê xwe jî gelekî pereyan qezenç dikin. Dewleta ku ji koçberan pereyan qezenç dike, nahêle ku gelê kurd bazirganiya li sînor bike.

Dewleta Îranê û dewleta tirk her meh li Wanê û bajarên li ser sînor ên Îranê ‘civînên ewlekariyê’ li dar dixin. Meha tebaxê ji bo astengkirina koçberan û pêşîgirtina li bazirganiya li ser sînor civînek pêk anî bûn. Piştî civînan, karê lêkirina ‘dîwarê ewlekariyê’ yê li ser sînor hate xurtkirin.

Şêniyên Çaldiranê dibêjin ku dîwar ne ji bo astengkirina koçberan lê belê ji bo destpêkirina şerekî topyekûn ê li dijî kurdan û koçberkirina gel tê lêkirin.  WAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar