PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Dost û dijmin

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Divê em kurd, van her du peyvan baş nas bikin. Ji ber ku di dîroka xwe de, me derdê van her du gotinan an peyvan pir kişandiye. Me caran dost bi dijminî, dijmin jî bi dostî naskiriye. Lewma me bi piranî mala xwe şewitandiye, me xwe xapandiye û heta niha em bindest mane.

Gelek caran tê gotin; zêdebûna hêjayên me yên sererd û binerd, bûye bela li serê me. Ji ber van berekatên me, hêzên desthilat ên biyanî cav berdanê û her êrîşî ser welat û gelê me kirine. Lê ez dibêjim lazim em mijarek din jî bi vêna vekin, ew jî; zêde saf bûn, dil pak bûn, mirovperwer bûn û hwd. zêde xêrxwazî bûna me ye. Yek li herêma me hebû, digot; “pak bûna (bedew bûna) me, bûye bela li serê me”!

Bêgûman neyar û dijminê gelê me û welatê me yên sereke diyar in; dewletên dagirker in. Lê hem pêşengiya van dagirkeran û hem nokeriya dewletên hegemon ên cîhanî jî dewleta tirk dike.

Hema ka em bala xwe bidin mînaka herî dawî. J.Biden, xwe weke dostê kurdan nîşan daye. Li gel vê gotinê, yek du peyvên din jî lê zêde kiriye û gotiye; Trump û Receb jî ne dostên kurda ne, wan dixapîne yan jî neyartiyê bi kurdan re dikin!

Ev bû çend roj hîn Receb daxuyanî nedaye, lê kurtêlxwirên xwe gij dike û gelek tûj, weke gurên har êrîşî Biden dikin! Ew dikarin bi her kesî û bi her dewletê re bibin dost, lê nabe tu kes an dewlet bi kurdan re bibe dost an hevalbend! Ewqas neyarekî zikreş û xedar e!

Helbet em ji van helwestên dijminkarane re ne biyanî ne. Em vê zihniyeta qirker a dewleta tirkan û bi taybetî jî ya Receb û xulamokên wî baş nas dikin.

Hema em bînin bîra xwe, ma ne gotibûn; ger kurdek li ku derê perê cîhanê mafekî bi dest bixe, em qebûl nakin! Her wiha ji bo Şoreşa Rojava, ma her roj nabêjin; ew xelitî û şaşîtiya me li Başûr kiriye em ê li vir nekin?

Îca gelî heval û hogiran, gelî xwişk û biran, divê em gelek car di bîra hevdû de bînin ku em êdî bes xwe bixapînin; em êdî dost û dijminên xwe baş ji hevdû derxin, wan baştir nas bikin!

Berî her tiştî divê em bawerî û hêviya xwe bi xwe bînin û em pişta xwe, bi bingehîn bispêre gelê xwe. Bê gûman piştî vê gava yekemîn, weke gava duyemîn; divê em dost û hevalbendên xwe yên herêmê û cîhanê jî baş nas bikin.

Dost û hevalbendên cîhanî jî kes û kesayetî û rêxistin û sazî û hwd. demokrat û parazvanên mafên mirovan in. Ji derveyî vê çarçovê, bi hêz an dewletên din ên hegemon re, dibe ku hevalbendiyên demkî (an jî tektîkî), li ser berjewendên dualî werin çêkirin. Helbet di vê derbarê de hişyarî û hişmendî û hostayiyek xurt divê.

Ji bo xwe xapandinê, divê em bêjîn: ÊDÎ BES E!

Nûçeyên Têkildar