PKK wê di meşa serkeftinê de bi ser bikeve

Em di rojên salvegera damezrandina PKK'ê re derbas dibin. PKK di 27’ê mijdara 2024’an de sala 46’emîn li pey xwe hişt û sala nû...

Pêvajoya neçareseriyê

Nîqaşên li ser pêvajoyeke muhtemel a çareseriyê di rojevê de ye. Yên ku ev nîqaş jî derxistine Erdogan û Bahçelî ne. Vaye du meh...

Cuma - 29 Kasım 2024

Piştî 3 mehan cenazeyê keça xwe defin kirin

Malbata Alkaş, cenazeyê keça xwe Newroz Alkaş a HPG’î ku li navçeya Pulurê ya Dêrsimê di 7’ê Hezîrana 2020’an de, di şerekê de jiyana xwe ji dest dabû, duh ji Goristana Meletiyê ya Bêkesan wergirt û anî Amedê. Fermandariya Cendermeyan a Dêrsimê Malbata Alkaş, di 9’ê hezîranê de agahdar kir ku keça wan jiyana xwe ji dest daye. Li ser vê yekê malbat di 10’ê hezîranê de çûbû Meletiyê û serî li Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê da ku ji bo testa DNA’yê xwînê bidin. Malbatê di heman rojê de li Saziya Tipa Edli ya Meletiyê ji bo testa DNA’yê xwîn da û dûre vegeriya bû Amedê. Rayedaran ji ber ku ji malbatê re gotibûn piştî 15 rojan wê encama DNA’yê derkeve, malbat piştî 15 rojan cardin diçe Meletiyê. Lê dozger ji malbatê re dibêj ‘xwîna we ji hev negirtiye’ û malbata li ser vê yekê paşve vedigere Amedê.

Piştî 56 rojan an ku di 16’ê tebaxê de rayedarên leşkerî cardin li malbatê geriyan ku biçin Meletiyê û cenazeyê keça xwe bigirin. Malbat li ser vê yekê diçe Meletiyê û bi dozger re hevdîtin dike, lê katibê dozger ji malbatê re dibêje ‘dosya we hatiye girtin, divê hûn biçin Dêrsimê.’ Malbat ji wir berê xwe dide Dêrsimê û serî li rayedarên leşkerî dide. Wan jî berê malbatê da navçeya Pulurê ya Dêrsimê. Malbatê li wir bi dozger re hevdîtin kir, piştî hevdîtinê dozger ji wan re got ‘encama DNA’yê diyar bûye, cenazeyê we ye hûn dikarin biçin ji Meletiyê bigirin.’ Pişt re di 19’ê tebaxê de malbat dîsa diçe Meletiyê, lê ji ber hinceta mesaî xelasbûye rayedaran cenaze nedan malbatê. Malbat ji ber vê dîsa vedigere Amedê. Malbata Aktaş di 20’ê tebaxê de dîsa diçe Meletiyê û cenazeyê keça xwe digire û tîne Amedê. Ji bo ku malbat bi şev bigihêje Amedê, rayedar cenazeya Alkaş di saet 17.00’an de radestî malbatê dikin. Di rê de polîs û leşker çend caran malbatê bi saetan radiwestînin û kontrola GBT’yê dikin. Polîsan di heman demê de ji Meletiyê heya Amedê malbat şopandin.

Cenaze di bin dorpêça polîsan de defin kirin

Malbata Alkaş piştî pêkanînên wecîbeyên olî di bin dorpêça polîs û erebeyên zirxî de duh di saet 22.00’an de cenazeyê keça xwe li Goristana Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîrê spart axê.

Rêveberên MEBYA-DER’ê û gelek welatiyên ku xwestin beşdarî merasîma definkirinê bibin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û ji xeynî malbatê destûr nehat dayîn ku kes beşdarî merasîma cenazeyê bibe. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar