Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Lêgerîna edaletê bi salan e didome

Xizmên Windayan û Dayikên Şemiyê çalakiyên xwe yên ‘Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin’ vê heftê jî domandin.

Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 602’yemîn de çalakiya ‘Bila Winda bên dîtin û kujer werin darizandin’ li ser înternetê bi belavkirina vîdeoyekê li dar xist. Vê hefteyê li aqûbeta Rêveberê Rêxistina Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Êlihê ku di 10’ê tîrmeha 1993’yan de ji bo cixarê bistîne ji malê derket û carek din agahî jê nehat wergirtin hat pirsîn.

Sekretera ÎHD’a Amedê Yuksel Aslan Acer daxuyanî xwend û qala serpêhatiya windakirina Aydin Ay kir. Acer diyar kir ku Aydin Ay di 10’ê tîrmeha 1993’yan de saet li derdora 20.00-21.00’an ji mala xwe ya li Taxa 19 Mayisê derketiye ku cixarê bikire û ji aliyê 4 kesên cilên sivîl yên nasnameya wan ne diyar ve bi darê zorê hatiye revandin û ji wê rojê ve agahî jê nehatiye wergirtin. Acer anî ziman ku 27 sal in li gel hemû lêgerîn û hewldanên malbatê agahî ji Aydin nehatiye wergirtin û hemû serlêdanên hiqûqî û fermî bêbersiv û bêencam mane.

Lêgerîna 28 salan

Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya ji bo winda bên dîtin û faîl bên darizandin a dewam dikin, di heftiya 804’emîn de li dar xist. Çalakiya vê hefteyê, ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) li ser medya civakî bi awayekî zindî hat lidarxistin. Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê heftê de, aqûbeta Mehmet Ertak ê di 18’ê tîrmeha 1992’yan de dema ji kar diçû malê hat binçavkirin û di binçavan de hat windakirin pirsîn û xwestin faîl bên cezakirin.

Dest pê kê hevjîna Mehmet Ertak Emîne  Ertak axivî û wiha got: “Ez têkoşîna Dayikên Şemiyê silav dikim. Hevjînê min li Şirnexê hat binçavkirin û ji aliyê dewletê ve hat windakirin. Ev 28 sal in em li wî digerin. Em hestiyên xwe dixwazin. Ez dixwazim ku gorekê wî hebe. Da ku zarokên min biçin gora bavê xwe ziyaret bikin. Em ê tu carî dest ji lêgerîna  Mehmet bernedin. Daxwaza me edalet e. Bila gora hevjînê min hebe.”

Dûre kurê wî Servet Ertak jî bal kişand ser windakirin bavê xwe û wiha got: “Bavê min 28 sal in windaye û derbarê wî de tu agahiyekê me tune ye. Dayikên Şemiyê 804 hefte ne daxwaza xwe ya edalet û maf bi rêve dibin. Dayikên Şemiyê wijdana vê civakê ne. Divê em vê tu carî ji bîr nekin. Em ê dest ji pirsîna aqûbeta windayên xwe bernedin.”

Piştre yek ji mirovên Şemiyê Umît Efe, daxuyaniya vê heftê xwend. Efe têkoşîna edaletê ya Dayikên Şemiyê bi bîr xist û çîroka Mehmet Ertak ê berî 28 salan di bin çavan de hat windakirin vegot. AMED – STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar