Dewleta TC’ê ya qirker 11’ê Tebaxa 2020’î, li qada Bradostê qetlîamek kir. Di vê qetlîamê de, her du birayên ji hêzên Ewlehiya Sînorî ya Iraqê General Zubeyr Halî û Şemdîn Halî û Muhemmed Reşîd canê xwe ji dest da. Di qetlîmê de ku TC’ê balafira biçek SÎHA bi kar anî, yek ji fermandarên pêşeng ên HPG’ê Egîd Xerzan jî (Murat Kolko) şehîd bû.
Hin rayedarên wezaretên karên hundirîn û derve li ser navê dewleta TC’ê daxuyanî dan. Di daxuyaniya xwe de qetlîam parastin û bi aşkera gef li rejîma Iraqê xwarin. Di daxuyaniya li ser navê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê de, protestokirin û şermezarkirina dewleta TC’ê deynin aliyekî, bi helwesta xwe qetlîam rewa nîşan dan. Rejîma Iraqê jî bangewazî li balyozê Bexdayê yê TC’ê kir û ew protesto kir û diyar kir ku wan serdana Bexdayê ya Hulusi Akar a berê hatibû plankirin betal kiriye.
Qetlîama ku dewleta TC’ê di 11ê tebaxa 2020’î de li başûrê Kurdistanê kir, ne qetlîama pêşîn e. Ji sala 1999’an vir ve, sivîl-jin-ciwan-zarok û tevî bi sedan mirovên ku di nav pêşmergeyên PDK’ê bûn hatin qetilkirin. Bi sedan gundên dan ber topan hatin valakirin. Baxçe, rez, daristan hat şewitandin, ajal hatin mezixtin. Piştî qetlîama 11’ê tebaxa 2020’î jî bombebaran dewam kir. Vê carê jî li Behdînan/Bamerniyê mirovên sivîl qetil kirin. Wisa tê xuyan, ji vir û pê ve jî dê qetlîamên wan bidomin.
Dewleta TC’ê ya qirker, bi qetlîam û sûcên mirovahiyê karekterê xwe nîşan dide. Dîroka wê bi qetlîaman dagirtî ye. Ji roja ku hatiye Rojhilata Navîn, ji wir jî hatina wê ya erdnîgariya Anatolyayê bi qetlîaman hebûna xwe berdewam kiriye. Her tim şopa dîrokeke bixwîn li dû xwe hiştiye. Ji ber vê gelen Balkan, ereb, Bakurê Afrîka, Mezopotamya û Anatolyayê çi dewleta TC’ê çi jî dewleta Osmanî ya mîrateya wan hilgirtiye qebûl nekirine.
Dewleta TC’ê ya qirker îro jî heman praktîkan nîşan dide. Her roj li Kurdistan, Sûriye û Lîbyayê qetlîamên xwe didomîne, sûcên mirovahiyê dike. Lê bele dewleta TC’ê van êrîşên qirkirinê û sûcên mirovahiyê bi
Rayedarê taybet ê Sûriyeyê James Jeffery ku li ser navê DYA’yê çend roj beriya qetlîamê hatibû Enqereyê û bi rayedarên dewleta TC’ê re çend hevdîtin kiribûn. Beriya vê jî bi rayedarên PDK’ê re hin hevdîtin kiribûn. Piştî seredana Enqereyê ya James Jefferyî serokê MÎT’ê Hakan Fîdan çûbû Hewlêr û Bexdayê. Hakan Fîdan li wir bi rayedarên rejîma Bexda-Iraqê û PDK’ê re hevdîtin kir. Piştî vê jî, rejîma Iraqê û PDK bi hevkariya dewleta TC’ê li Xakurk û Hecî Umranê dest bi çêkirina qereqolan kir ku serweriyê li qadê bikin. Êrîşa dewleta TC’ê ya qirker a 11’ê tebaxê de pêk hat, di pêvajoyeke wisa de çêbûye. Ev êrîş rasterast li dijî wesayîta ala Iraqê li ser û hêzên parastina sînorî tê de pek hat. Tişta herî balkêş jî çend rojên piştî vê êrîşa dewleta TC’ê, wê wezîrê parastinê yê tirk Hulusî Akar biçûna Bexda û Hewlêrê, bi rayedarên rejîma Iraq û PDK’ê re hevdîtin bikira.
Dem em li çûn û hatina J. Jeffery, H. Fidan û H. Akar û kesên ku bi wan re hevdîtin hatine kirin û bûyerên qewimîne binerin û wan bînin ba hev, em dikarin mebesta wan a lêkirina qereqolan a li ser xeta Hecî Umran û Xakurkê analiz bikin. Bi awayekî aşkera em dikarin diyar bikin ku têperîna seredanên J. Jeffery, H. Fîdan û H. Akar bi lîstikên qirêj û bi berjewendiyan tijî ye. Ev helwest û praktîk hemû nîşan didin ku li hemberî PKK’ê amadehiya êrîşa komployekê dikin. Êrîşa 11’ê tebaxê jî bi awayekî plankirî, nêzî dîroka 15’ê Tebaxê û nêzî seredena Hulusi Akar û her wiha pêkanîna li ser xeta Xakurkê û Hecî Umran de, divêtiya vê amadehiya êrîşa komployê bi hêz dike.
Êrîşên dewleta TC’ê ya qirker û hewldanên wê yên derblêdana PKK’ê, di nêzî van rojan de ku ji bo gelê Kurdistanê wateyên wan hene yên wek di 21’ê Adarê, 18’ê Gulanê, 14’ê Tîrmehê, pêk tên. Ev yek gelek aşkera ye ku ev hemû ne tesadûf in. Bi awayekî plankirî tên kirin. Her wiha 15’ê Tebaxê jî di nav van rojên taybet de ye. Lê belê 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurdistanê Vejîna Neteweyî temsîl dike. Bi vê girîngiya xwe wek cejnê tê pîrozkirin. Ev vejîn jî tê vê wateyê ku li hemberî dewleta TC’ê ya qirker berxwedaneke şoreşger a bi çekan e.
Cihê biryara pêngava 15’ê Tebaxê hat dayîn û plansaziya wê hat kirin, herêma Lolanê ya nêzî Xakurkê ye. Bi êrîşa 11’ê tebaxê ya li cihê biryara pêngava 15’ê Tebaxê hat dayîn, bi derbelêdana li PKK’ê xwestin peyamekê bidin. Lê hesabê wan li hev nenihêrt. Ev hesab û lîstik ji aliyê PKK’ê ve hat pûçkirin. Di 11’ê tebaxê de xwestin di navbera PDK-Rejîma Iraqê de şer û pevçûn derkeve lê PKK’ê ev derfet neda wan. Plana di ajandaya J. Jeffery, H. Fîdan û Hulusî Akar de hevdu negirt.
Wezîran dewleta TC’ê ya qirker ên piştî qetlîama 11’ê tebaxê daxuyaniyên bêperwa dan. Ew bi van daxuyaniyan hêza xwe ji deweletên li pişta xwe û nokerên herêmî digirin. Lê pir aşkera ye ku hêrsa wan ji ber têkçûna wan e.
Kesên ku di qetlîama 11’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest dane û Kurdistaniyên ji eşîra Biradostê bûn ku di hêzên ewlehiya sînorî ya Iraqê cih digirtin. Ji bo dewleta TC’ê ya qirker kurdbûna wan û ji bo KDP’ê jî bes bû ku ew ji eşîra Biradostê bûn. Bi vî awayî di êrîşa namerdane û bi xayînî de şehîdbûna kadroyekî pêşeng ê PKK’î yê wek fermandar Egîd Xerzan bû sedema valahiyeke mezin.
Vê carê hesabê wan ê li xeta Xakurkê-Hecî Umranê têk çû. Egîd Xerzan (Murat Kalko) ê bi fermandariya xwe di rêya 15’ê Tebaxê de bi “Egîd”ane meşiya, bû pêşengê pûçkirina komploya qirêj û xayîn.
Em bi rêzdarî, bejna xwe li ber wî ditewînin.