Navenda Nûçeyan |
Hêzên rejîma Îranê rojane êrîşê kolberan dike. Li gorî rapora Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê, di navbera 22’yê tîrmeh û 22’ê tebaxê de, herî kêm 18 kolber ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin û birîndar kirin.
Heman çavkaniyê ragihand ku di nava mehekê de 4 kolberên bi navê Wezîr Mihemedî, Reaza Pur Îsmaîl, Hadî Xidirî û Sîrac Ehmed, li herêmên Urmiye, Sine û Kirmaşanê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin. Her wiha kolberê bi navê Xalid Xefurî jî di qezayek trafîkê de jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha hate gotin ku 2 kolberên bi navê Mubîn Hiseynî û Armîn Ehmedî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine îşkencekirin û birîndar bûne.
Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê da xuyakirin ku di nava heman demî de, 4 kolberên bi navê Şehiryar Pur Elî, Perwêz Mihemedî, Samî Mihemedî û Cehfer Mihemed li Urmiyeyê ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin.
Li gorî rapora Tora Mafê Mirovan, di encama êrîşên hêzên rejîma Îranê de 11 kolberên din jî birîndar bûne.