Mizgînî, mizgînî, dîsa mizgînî! Serkomarê dewleta tirk Tayîp Erdogan çend roj beriya aşkerakirina xwe, nûçeyek belav kir ku ew ê roja înê (21’ê tebaxê) mizgîniyeke xêrê ragihîne gelê Tirkiyeyê. Wezîrên wî, çapemeniya wî ya yekdeng bi def û zirneyê, bi telalî û cazgirî ev mizgînî kirin heydade. Raya giştî kete nav libendêmayîneke pir têr û tije bihêvî. Raya giştî û çapemeniya cîhanê jî kete nav heman meraqan. Yên ji berê ve rewş texmîn kiribûn, jixwe texmîna wan hebû lê yên nizanibûn jî hêvî ew qas bilind kirin ku berde jê dûr bikeve.
Hêvî asoyên pir payebilind in. Ku mirov bikeve nav hêviyan carinan heft tewek li bin erdê, carinan jî heft tewek li asîmanan dibe ku li benda tiştên derasayî jî bimîne. Gelek kesan got belkî îstastyonek li ser hîvê bê çêkirin, hinekan jî gotin belkî wê erdheja Stenbolê bi hokûs pokûsê bigire bavêje aliyekî. Welhasil hêviyê xeyalên eceb jî bi xwe re anîn.
Yanî dibe ku derew nebe jî. Ji ber ku serokkomar gotiye, ew ne cara pêşîn e. Ma qenala Stenbolê wiha bi mizgînî û bimeraqêhîştineke mezin nehate aşkerakirin? Ev karekî ne bi henekan e. Dibe dibe, kes nikare bêje nabe. Lê rastî jî hene ku ew tu car nikarin bên veşartin, gava ku derdikevin rastê gelek li bedena mirov re diçin û neçar dihêlin. Helbet ji hînbûyiyan re ne xem e.
Roja înê hat, ew ên ku bi meraqa mizgîniyê diteqiyan bêsebr bihalî dibûn. Saet hat serokkomar şêlûya ser mizgîniyê zelal kir, ji ewrên tavî û teyrokê dewsa baranê hêkên Newrozê yên rengîn barîn. Li keviya Behra Reş 330 milyar metrekup gaza xwezayî hatibû dîtin. Ji himehima mizgîniyê ev balona teqiyayî derketibû.
Çapemeniya cîhanê pêşiya vê ‘mizgînî’yê ragihandibû ku ‘mizgînî’ gaza Behra Reş e û rayedarên hikûmetê gotine yekûna wê 800 milyar metrekup e. Lê belê ger ji vê pêjmarê (reqem) kêmtir derkeve maliyeta wê ji kara wê zêdetir dibe. Yanî ev govenda tê gerandin dibe govenda gur û rovî, destmal di destê sergovendî de dimîne. Hêkên ku ji taviyê barîbûn jixwe ew hekên Newroza her sal bûn, ne tiştekî din. Ew qas heydade jî ji bo manîplasyona raya giştî dihate kirin.
Me got rastî nikarin bên veşartin. Rastî mîna şûran tûj in, jê dikin, hêsrên çavan nanêrin. Beriya ‘mizgînî’yê, dolar ket, borsa rabû lê piştî mizgînî’yê borsa ket, dolar rabû. Yanî tansiyona aboriyê rabû, hê Erdogan bi mizgîniya xwe şa dibû. Piyaseyên borsayê yên Tirkiyeyê bawerî pê nenanîbûn ku ew mizgîniya pir mezin hate derpêşkirin bi guman pêşwazî kirin. Wisa xuya kir ku mizgîniya gaza Behra Reş di destê serokkomar de teqiya.
Jixwe gava mizgînî hate dayîn serokkomar zanibû ku ew mizgîniyeke ne rasteqîn e, ew ê heydadeya mizgîniyê bifiroşe raya giştî, bi rêya telalê xwe wê mîna xapînokeke rasteqîn bi kar bîne.
Ji ber çi ev xapînoka weke rasteqîn dan nîşan dan?
Çapemeniya hevalî û wezîrên hikûmetê li gel ku dizanin rastî ne weke gotina wan e jî berê ‘mizgînî’ kirin taca serê welêt, piştî derket ku rezerwa wê kêm e jî heman derdoran bênavber derewên xwe domandin, xemilandin û weke hêviyên pûç bazara erzan bi heman rûyê reş û hînbûyî rapêş kirin û dikin.
Tev pispor û aborînasên Tirkiyeyê gelek aşkera û bi zimanekî zelal dibêjin ji ber rêvebirina rantiye û şaşparêz aboriya Tirkiyeyê tep bûye. Bi rêya tê şopandin û reçeteyên tên bikaranîn dev jê berdin çareserî pêk bê, her roj hêvî pûç dibin. Tu car jî xilasî ne pêkan e. Destê serokkomar û şîrîkê wî girêdayî ne. Lê dixwaze ku bi teşeyekî desthilatdariya xwe dirêj bike, reş weke spî nîşan bide li ser pêyan bimîne. Ji bo vê yekê her roj bi rojevên qelp rastiyan araste dike, çavên gel boyax dike.
Ev ‘mizgînî’ ji bo hêviyên xapandinê amûreke guncav dide destê Erdogan. Ew jî dizane di sibeha aşkerakirina ‘mizgînî’yê de roj wê ji aliyê rojava ve dernekeve lê panzdeh bîst rojan wê bêhnekê, nefesekê bistîne, rojevên rasteqîn ên Tirkiyeyê binixumîne, heta rojeveke din a derewîn peyda kir.
Pergala serokkomariyê wiha dixebite. Tu pirsgirêkên Tirkiye û Kurdistanê çareser nekirine. Her roj dirûxîne. Xwe daye ser milên tundî û mîlîtarîzmê. Baş dizanin ku xalîçe ji bin wan diçe lê bi darê zorê vê yekê asteng dikin.
Lê heta kengî?
Ew jî vê pirsê ji xwe dipirsin. Ew bersiva vê pirsê wiha didin: Heta zor û desthilatdarî di destên me de be, em ê avê berevajî biherikînin, wisa jî dikin. Tirseke wan heye; dûrketina ji desthilatiyê ji bo wan mirin e.
Ji bo xapandin û manîplasyonê her tim roleke wan a derewîn wê her hebe. Îro wê bi gaza xwezayî hêviyên xeyalî li erdê saz bikin. Di sala 2023’yan de bînine ber avahiyên bajariyan. Pareke mezin wê ji bo halxweşiya hevwelatiyan bê bikaranîn. Wê salê hilbijartin heye, heta wê rojê ev xeyalên bi rengî wê pere bikin. Ji wê şûnde jî Xwedê mezin e.
Çîroka Mîrze Mihemed heye, dêw fesala wî dibe ku derba kuştinê lê bixe Mîrze Miheme radibe dibêje dêw, ‘yah dêwê heftserî, bixwe paşê bişêkirîne’. Erdogan hê gaz dernexistiye, behsa derewa halxweşiyê dike. Wê ji mirovan re nebêjin, ‘yah reîsê min bixwe paşê bişêkirîne’.