Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

‘Sedema hemû pirsgirêkan neçareserkirina pirsgirêka kurd e’

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di çarçoveyê ‘Bernameya Têkoşîna Demokratîk’ de, li Bûrsayê tev li hevdîtina gel bû. Hevdîtina gel li Qada Bazarê ya Taxa Yavûz Selîm a girêdayî navçeya Yildirim hat lidarxistin. Serokwekîlê Koma HDP’ê Salûhan Olûç, Berdevka Jinan Ayşe Acar Başaran, parlameter, endamên MYK û Meclisa HDP’ê, Serokê Rûmetê yê Konfederasyona Yekitiya Elewiyên Ewropayê (AABF) û parlamenterê berê Tûrgût Oker, gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi sedan welatî beşdarî hevdîtinê bûn.

Qada hevdîtinê bi pankartên ‘Li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî’, ‘Qeyûm darbeye, dest nede vîna min’, ‘Ji bo têkoşîna civakî û siyaseta demokratîk piştevaniyê xuret bikin’ û ‘Li vîna xwe xwedî derkevin’ hat xemilandin.

Bûldan di ketina xwe ya qadê de bi berzkirina dirûşmeyan û lêxistina çepikan hat pêşwazîkirin. Buldan di hevdîtinê de xitabî gel kir û wiha got: “Ligel êrîşên heyî û pêvajoya pandemiyê, tevlibûnek evqas xurt, encama têkoşîn û girêdanbûna bi HDP’ê re ye.”

Ji gele Deryaya Reş re peyam

Bûldan bal kişand ser karesata li Giresûnê rû da û ev tişt anî ziman: “Em ji malbat û xizmên kesên di karesatê de jiyana xwe ji dest dan re sersaxiyê dikin û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin. 9 mirovan jiyana xwe ji dest dan û hîna jî mirovên winda bûyî hene. Em di serî de ji gelê Giresûnê û hemû gelê Deryaya Reş re dibêjin derbas bûyî be. Tiştên tên jiyîn ne qeder e. Encama polîtîkayên desthilatdariyê ye. Di her qadê de me dijminantiya vê desthilatdariyê dît. Ev jî dijminantiya wan a li dijî derdor û xwezayê ye. Ev encama kiryarên desthilatdariyê yên li dijî gelê Deryaya Reşe.”

Pêwîstî bi qanûneke bingehîn heye

Di axaftina xwe de Bûldan da zanîn ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê tên jiyîn ji aliyê hemû kesî ve tê zanîn û wiha pêde çû: “Lê ligel vê yekê jî ev pirsgirêk nayên çareserkirin. Ji bo ku ev pirsgirêk bên çareserkirin, li Tirkiyeyê pêwîstî bi qanûnek bingehîn heye. Niha Tirkiye bi qanûna bingehîn a di 12’yê Îlonê de hatiye nivîsandin tê birêvebirin. Ev bêmafiyek herî mezin e. Civaka Tirkiyeyê êdî qanûnek bingehîn a nû dixwaze. Êdî civak naxwaze bi qanûna bingehîn a berê, bê birêvebirin. Ev qanûn bi hevrebûna gelan asteng dike.”

Her wiha Bûldan bi bîr xist ku sedama hemû pirsgirêkên tên jiyîn, neçareserkirina pirsgirêka gelê kurde û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pirsgirêka kurd yek ji pirsgirêkên herî girîng ên Tirkiye û heta ya tevahiya cîhanê ye. Ji ber ku pirsgirêka kurd nayê çareserkirin, krîz û kaos tim xwe dubare dikin. Pirsgirêka kurd, pirsgirêka herî mezin a vî welatê ye. Rêyên wê yên çareserkirinê diyar in û çareseriya wê heye. Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin, ew ê bi xwe belav bibin. Eynî mîna AKP’ê. Ji ber ku AKP’ê ev pirsgirêk çareser nekir, niha demên xwe yên dawî dijî û bi windabûnê re rû bi rû ye.” BÛRSA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar