Di van rojan de başûrê Kurdistan ji her alî ve dikele. Kes nizane wê ev kelandin çawa bi dawî bibe. Wê bikele bikele û bifûre di ser de bavêje, yan wê ev kelandin were bi dawî bibe. Di rojên pêş de wê ev yek diyar bibe.
Kelandina yekem bi dagirkirina dewleta tirk a li ser Heftanînê dest pê kir. Êrîşên dagirkirina dewleta tirk a li ser Heftanînê berdewam in. Dewleta tirk di dagirkirinê de sînoran nas nake. Tenê ne êrîşê PKK’ê dike, êrîşê leşkerên Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê jî dike. Her roj agahiyên qetilkirina sivîlan, valakirin û şewitandina gundan tên. Li hember van êrîşan gerîlayên azadiya Kurdistanê li ber xwe didin û nahêlin dewleta tirk li başûrê Kurdistanê pêşve biçe. Heya niha jî plana dewleta tirk hatiye pûçkirin. Dagirkeriya dewleta tirk û helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê ya li hember vê dagirkeriyê di nav raya giştî ya kurdî de pir hat nîqaşkirin. Raya giştî ya kurdî vê helwestê erênî nabîne û dixwaze hikûmeta herêma Kurdistanê xwediyê helwesteke netewî be. Herî dawî endamê komîteya navendî ya PDK’ê Ethem Barzanî helwestek tund nîşan da û xwest dewlata tirk ji başûrê Kurdistanê derkeve. Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî, heya niha li hember dagirkeriya dewleta tirk dengê xwe dernexistibû. Ev bêdengiya Kazimî bi çûyîna DYA’yê re xira bû. Kazimî xwest dewleta tirk rêzê ji serweriya Iraqê re nîşan bide. Ev daxuyaniya li DYA’yê balkêş bû.
Kelandina duyemîn di nav civaka başûrê Kurdistanê de ye. Tedbîrên li ser navê nexweşaniya koronayê tên girtin, bûne sedemên nerazîbûna gelê başûrê Kurdistanê. Êdî tu kes bawer nake ku ev tedbîr, ji bo nexweşiyê ne. Herkes dibêje, deshilata başûrê Kurdistanê, vê yekê ji bo berjewendiyên xwe yên desthilat û siyasî bi kar tîne. Girtina deriyên sînoran, qedexeya hatina nav bajaran û nedayîna mûçeyan di aliyê aborî de gelê başûrê Kurdistanê xiste nav tengasiyeke mezin. Karmend, karker, esnaf, gundî û hemû beşên civakê ji vê yekê nerazî ne. Ji ber vê yekê jî li gelek bajaran bi hezaran kes daketin kolanan. Destpêkê ajokarên Zaxoyê li ser deriyên Xabûrê bi hatina erebeyên Tirkiyeyê nerazîbûna xwe nişan dan ku di vê yekê de mafdar bûn. Ji ber ku dewleta tirk nahêle ajokarên başûrî derbasî Tirkiyeyê bibin. Piştî vê çend roj li gelek bajaran gel daket kolana û xwest hikûmeta herêmên Kurdistanê îstîfa bike. Êrîşê xwepêşanderan hate kirin û gelek kes hatin binçavkirin. Wiha xuyaye wê nerazîbûnên gel nesekinin û dê berdewam bikin.
Kelandina sêyemîn jî bi daxuyaniya KCK’ê hat. Demeke dirêj bû ku KCK daxuyaniyek bi vî rengî nedabû. Di daxuyaniya KCK’ê de hişyarî ji bo PDK’ê hebû. Ji PDK’ê û raya giştî ya kurd hate xwestin ku li hember dagirkeriya dewleta tirk xwedî helwest bin û ji bo yekitiya neteweyî tevbigerin. Ev daxuyanî pir balkêş bû û li dijî daxuyaniyên PDK’ê hişyarî bû. Xuyaye ku kelandinên li başûrê Kurdistanê gihiştine asteke cuda. Heta ku hişmendî û pergalek neteweyî, demokratîk, adil û wekhev neyê avakirin dê ev kelandin berdewam bin. Îro nefûre dê sibê bifûre.