Liv û tevgera çeteyên DAIŞ ya li derdora Kerkûkê dewam dike. Çeteyên DAIŞ duh bi şev êrîşê polîsên federal ên li herêma Çupxan ya ser bi navçeya Xaneqînê kirin.
Li gorî şaneya Ragihandina Ewlekarî ya Iraqê, di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de 4 polîsên federal hatine kuştin, 4 jî birîndar bûne.
Li gorî heman daxuyaniyê, çeteyan di heman demê de gule berdane ser noqteya kontrolê ya tabura 3 a lîwaya 20 ya li herêma Daqoqê. XANEQÎN