Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dê ji bo 1’ê Îlonê li Sûrê ‘zincîra aştiyê’ pêk were

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de dê li Stenbol, Amed, Edene, Riha, Wan, Enqere û Îzmîrê çalakiya ‘zincîra aştiyê’ li dar bixe.

Mitînga 1’ê Îlonê ya her sal li Amedê dihat lidarxistin bi boneya vîrûsa koronayê dê îsal pêk neyê. Lê belê HDP’ê wê di şûna mitîngê de ji Deriyê Çiyê heta Deriyê Rihayê çalakiya ‘zincîra aştiyê’ pêk bîne.

HDP li Amedê wê 4 roj çalakiyên 1’ê îlonê birêve bibe û dê li 17 navçeyên Amedê serdana xelkê û esnafan were kirin.

Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê Zeyyat Ceylan derbarê plansaziya bernameya 1’ê Îlonê de agahî da û got ku dê ‘Bernameya Têkoşîna Amedê’ bi rêzeçalkiyan bi dawî bikin û ji bo vê yekê jî serî li walîtiya Amedê dane.

Ceylan destnîşan kir ku bi dawîbûna bernameya 3 mehan re bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê dê bi dirûşma ‘Em hemû bi hev re li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî’ pêvajoyê bi rêxistin bikin.

Ji Deriyê Çiyê heta Deriyê Rihayê

Ceylan da zanîn ku ew bi boneya pandemiyê dê îsal mitînga 1’ê Îlonê li dar nexin û bi armanca tevdîrên dijkoronayê dê çalakiya “zincîra aştiyê” li dar bixin û dê ev çalakî ji Deriyê Çiyê heta Deriyê Rihayê li ber bedenên Amedê pêk bînin.

Her wiha Ceylan got ku ew ê li 17 navçeyan serdana esnaf û xelkê xwe bikin û dê serdana rêxistinên civakî yên sivîl jî bikin û diyar kir ku ew ê fikriyata HDP’ê berfireh bikin û bikin fikriyatek civakî.  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar