Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

‘Em bi hêrs in, bila Musa Orhan bê girtin’

Rêxistinên Jinan bertek nîşanî berdana çawişê pispor Musa Orhan ê tecawizkar ku bû sedema kuştina Îpek Er, dan. Jinan li ser medya înternetê bertekên xwe anîn ziman û xwestin tecawizkar Musa Orhan bê girtin.

Bertekên rêxistinên jinan wiha ne:

* Komeleya Jinan a Rosayê: Me duh pirsî û got ‘Yên Zaynal parast kî bû?’. Îro jî em dipirsin yên Musa diparêzin kî ne? Yên jinan qetil dikin û her roj tecawizî wan dikin mêr in. Yê ku tecawizkaran diparêze hembêz dike pergala daraza mêr e.

* Meclisa Jinan a HDP’ê: Îktîdar bi berdana Musa Orhan armanc dike ku di hişê civakê de feraseta xwe ava bike. Divê bê hincet û sedem bi lez Musa Orhan bê girtin.

* Piştevaniya Mor: Neparêze û çavê xwe jêre negire. Darizîne û bigire. Hêzên dewletê yên li pişt Musa Orhan sûc kirin. Dîsa feraseta mêr a dewletê û hişmendiya serdest a mêr, kujer û tecawizkaran diparêze. Em bi lez dixwazin Musa Orhan bê girtin.

* Parastina Jinê: AKP li vî welatî wekî rêxistina sûc tev digere. Bedenên me yên mirî winda dibin. Ser întîharan digirin. Qatîl û teciwazkar tên parastin. Çawişê pispor Musa Orhan ê tecawizî Îpek Er kir û bû sedema kuştina wê divê bi lez bê girtin û cezakirin. Em bi hêrs in bila Musa Orhan bê girtin.

* Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê: Çawişê pispor Musa Orhan ê bû sedema kuştina Îpek Er ewil girtin û piştre serbest berdan. Ev tundiyek bi organîze û sîstematîk e. Mêrên tecawizkar tên parastin. Em îtîraz dikin û serî hildidin.

* Jin Bi Hevre Bi Hêz in: Der barê xwediyê mala Nadira Kadirova yê Parlamenterê AKP’ê de tu lêpirsîn nehat kirin. Hêj Zaynal ê ku bû sedema windakirina Gulistan Doku nehat lêpirsîn. Niha jî tecawizkar Musa Orhan serbest e. Bila bi lez bê girtin.

* Kampus Cadilari: Em destûr nadin ku tecawizkaran biparêzin û wan berdin. Divê sûcê Musa Orhan kiriye bê ceza neyê hiştin.

* Rizgariya Jin: Gotin şika reva Musa Orhan tune û ew berdan. Niha bi hezaran girtiyên siyasî hene û nayên berdan. Bi berdana Orhan tecawizkar tên xelatkirin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar