Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rastî tecawiza 5 kesan hat, gilî kir lê…

Li Taxa Çûkûr a navçeya Hênê ya Amedê, 5 xizmên G.A. ya 21 salî tecawizî wê kirine. Li gor agahiyên bi dest ketine bavê G.A.yê astengdar e û diya wê jî felcî ye. Di sala 2019’an de A.D., M.A., Î.A., Ş.A. û Î.A. gelek caran tecawizî G.A.’yê kirine.

G.A. ku 5 kesan tecawizî wê kiriye, heman kesan jî bi mirinê gef lê xwarine û ji tirsa newêribûye ji kesî re bibêje. Lê belê piştî demekê gava jina ciwan pêdihese ku ducanî ye, diçe Dozgeriya Komarê ya Hênê û giliyê kesên tecawizî wê kirine dike.

Tenê testeke DNA’yê hat kirin

Di çarçoveya lêpirsîna ku hat destpêkirin de tenê îfadeya A.D. hatiye wergirtin û ji bo bê fêmkirin ka bavê pitikê ye yan na testa DNA’yê hatiye kirin.

Piştî li navçeyê bûyer tê bihîstin, malbatên kesên gumanbar çekê li hev dikişînin. Her wiha malbatên kesên ku tecawizî G.A.yê kirine, gefan jî lê dixwin. G.A. jî ji bo ewlehiyê hatiye parastin û li stargehekê hatiye bicihkirin. Pitika wê jî radestî malbateke parêzker hatiye kirin.

Di encama testa DNA’yê de jî derketiye holê ku bavê biyolojîk ê pitikê A.D. ye. Lê belê testa gumanbarên din nehatiye kirin.

Çend hefte berê diya G.A.yê jiyana xwe ji dest dide. Lê belê berî ku diya wê jiyana xwe ji dest bide, diçe Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê cem diya xwe. Li vê derê leqayî bavê gumanbarekî tê û zilam cardin gefan lê dixwe û jê re dibêje “Gere tu xeber nedî.” Li ser vê G.A. serî li Serdozgeriya Komarê ya Çewligê dide.

Li ser vê dozgerî jî nivîsekê ji nexweşxaneyê re dişîne û dixwaze qeydên kamerayê bên şandin. Lê belê rayedarên nexweşxaneyê gotine qeydên der barê wê kêliyê de tüne ne. Parêzerekî Baroya Çewligê jî ji ber ku wekaletname nedaye dozgeriyê mudaxilî dosyeyê nebûye.

Hat hînbûn ku gef li G.A.’yê tên xwarin û lê tê ferzkirin ku bi mêrekî ku tecawizî wê kiriye re bizewice û her wiha ji bo ku dev ji îfadeya xwe berde jî pere teklîfê wê hatiye kirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar