Pira Gabon a li ser rêya Amed û navçeya Hênê ku bi dîroka xwe tê nasîn di bin navê ‘firehkirina rê’ de ji aliyê ekîbên Rêya Bejahiyê ve bi makîneyên kar hat hilweşandin. Pira Gabonê bi mîmariya xwe û berhemek hunerî ya xweşk tê zanîn û tê gotin aydê serdema navîn e. Her çiqas ji bo tomarkirina pirê serî li Miduriyeta Parastina Nirxên Çandî ya Amedê hatibe xistin jî lê ji bo tomarkirinê guncav nehatiye dîtin. AMED