Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Derî şikandin, birîndar kirin û dûre jî binçav kirin

Li taxa Yolalti ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, îro serê sibehê polîsan bi ser mala Beşîr Çîçek ê 30 salî de girt û ew binçav kirin. Dema polîsan bi ser malê de girtin deriyê malê şikandin, ew birîndar kirin û pişt re jî binçav kirin. Piştî ku polîsan lêgerîna li malê pêk anî Çîçek binçav kirin û bi xwe re birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.

Li aliyê din hat hînbûn ku polîsan li bajar bi ser hin malên din de jî girtiye û 3 welatî binçav kirine. Lê hê jî agahiyên derbarê van kesan de nehatine bidestxistin. Hinceta sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn.

‘Lawê min din ava xwînê de hiştin’

Dayika Çîçek, Kastama Çîçek ku derbarê binçavkirina lawê xwe de axivî, diyar kir ku polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala wan de girtin û wiha got: “Polîs di serê sibê de hatin ber derî heta me got em derî vedikin. Derî şikandin û ketin hûndirê malê. Her tiştê malê li hev xistin. Saeta bi dîwêr ve daliqandî jî şikandin, lawik anîn avêtin ser perçeyên camên şikestî. Ser û çavên wî û her dû enîşkên wî di nava xwînê de man. Wexta ku bi xwe re birin jî xewliyek danê gotin ‘xwîna ji destê te tê paqij bike, em ê wisa biçin’. Wêneyên her dû lawikên me yên PKK’î ku jiyana xwe ji dest dane bi xwe re birin. Saeta şikandî jî birin. Ev wehşet e. Her sal bi ser mala me de digirin û vê zilmê li me dikin. Ji ber ku du zarokên me jî girtine bi ser mala me de digirin.”

Çîçek da zanîn ku polîs duh çûne mala wan û pirsa navnîşana wan kirine.

‘Herin li pêş avahiya HDP’ê rûnên’

Her wiha Çîçek da zanîn ku polîsan pirsa lawên wan ên ku jiyana xwe ji dest dane kirine û ev tişt anî ziman: “Piştî ku polîs ketin hundirê malê wêneyên her du lawên min ên şehîd bûne dîtîn. Gotin ‘ev zarokên we li ku ne?’ me jî got em nizanin ev 21 sal in me tu agahî negirtine. Dûre gotin ‘heke hûn nizanin çima naçin li pêş avahiya HDP’ê rûnanên. Herin pêş avahiya HDP’ê rûnin.’ Ev çend carin bi ser mala me de digirin tu car ew wêne desteser nekirin, lê vê carê dest danîn serê û birin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar