Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ebrû Tîmtîk bi cubeyê parêzeriyê spartin axê

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) Ebrû Tîmtîk (42) ji bo darezandineke bi adil di roja 238’an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbat, hevpîşe, parlementer, heskiriyan ve spartin axê.

Cenazeyê Tîmtîk a ji Saziya Tiba Edlî (ATK) hate revandin û birin Mala Cemê ya Gazî jî terora dewletê dom kir. Polîsên ku Mala Cemê û derdorî wê dorpêç kirin, şewb kir hincet rê neda ku xizm û kesên tev li merasîma cenazeyê Tîmtîk bibin. Tevî van pêkanînên kêfî jî gel bi dirûşmeyan ber bi mala cemê meşiyan. Rojnameger bi şertê ku wênekêş û kamereyên xwe negirin rê hate dayîn tev li merasîmê bibin, parlementerên HDP’ê Mûsa Pîrgolû, Dilşat Canbaz Kaya û parlementerê serbixwe Ahmet Şik û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk amade bûn.

Soza mezinkirina têkoşînê hate dayîn

Darbesta Tîmtîk bi cubeyê parêzeriyê û qurnefîlan hate xemilandin, ji aliyê jinan ve hate hilgirtin û birin qada merasîmê. Di merasîmê de ku li gorî çanda elewîtiyê bi dûa û deyîşan hate kirin, parêzeran soza mezinkirina têkoşîna Ebrû Tîmtîk da û gotin ku dê xeyalên avakirina wê bicih bînin.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehînên şoreşê û şûnde endamên Gurp Yorûmê stranên ku Tîmtîk jê hez dikin gotin. Di merasîmê de tim dirûşmên ‘Parêzerên Şoreşger bê mirin’, ‘Ebrû Tîmtîk nemire’ û ‘Deweleta qatil wê hesab bide’ qîr kirin. Piştre jî darbesta Tîmtîk jinan hilda ser milan û xistin wesayîta cenazeyê.

Polîsan bi bombeyên gazê êrîş kir

Polîsan êrîş bir ser girseya ku xwestin ji Mala Cemê ya Gazî ber bi Goristana Gaziyê bimeşin kir. Li gelek parêzeran hate xistin, polîsan bi wesayîtên zirxî gaz li gel reşandin. Gel tevî hemû êrîşan ber bi goristanê meşiyan, cenzeyê Ebrû Tîmtîk bi cubeyê parêzeriyê spartin axê. Li ser goristanê ku stran û lorîn hatin qîrkirin peyama ‘Parêzerên şoreşger wê teslîm nebin’ hate dayîn.

Gel ê piştî goristanê bi meşê ber bi taxê ketin rê polîsan cardin êrîşî wan kir. Muwekîla Ebrû Tîmtîk Eser Çelîk jî di nav de 6 kes destgîr kirin.

Yekane daxwaz darizandinek bi adil bû

Parêzer Ebrû Tîmtîk tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare li girtîgehê bimîne’ jî nehate berdan. Tîmtîk a bi zorê rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sadsî Konûk a Bakirkoy ku mehekê lê ma ku di nava şertên girtîgehê zehmetir bû, yekane daxwaza wê darizandinek bi adil bû. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar