PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Werin rastiyê!

Kawa Dildar |

Gelê me yê başûrê Kurdistanê ewqasî pê hatiye lîstin, hatiye xistin, bi nirxên bawerî, hêvî û moralê vî gelî yê azadiyê ewqas hatiye lîstin ku êdî ev gel neyê nasîn. Gelê başûrê Kurdistanê, di çar beşên welat de li ser navê şoreşê herî zêde hatiye xapandin û ev gel her demê berdêlên giran ên van dek û dolaban daye.

Bi destê siyaseta rêveberên lawaz û ji rê derketî yên gelê Başûr, xelkê me yê hêjar jî neçarî destên xwe ji nanê somîn ên di destê serbazên tirk de vekirine. Ev rastiyeke rêveberên başûrê Kurdistanê ye û di dema xwe de pêk hatiye. Heta ev gel, ji bo nan û erzaq ê di destê serbazê tirk de bigre pêl serê hevdû kirine. Li vê beşa welatê me êdî tu hêza hevkar nikare vê rastiyê înkar bike. Ev hêzên eşîretger û nîştecih, hîna jî mijara niqaşê ne, bibûne berpirsiyarên vî gelî yan na? Hîsabên dizî û talana li vê beşa welat dikin, bi gotinên weke: ‘Bexda li ser me ambargo pêk tîne’ dixwazin her kesekî bi van derewan bidin bawer kirin. Li şûna ku bersiv bidin pêwîstiyên gelên Başûr, her roj derdikevin pêşberî kamerayan û rûyê wan jî heyayê dûr dibêjin; ‘pereyê me tune’… gelê me yê başûrê Kurdistanê bo destkeftiyên îro, 33 sal berê di Enfalan de bi hezaran cangorî dan. Ji ber vê jî; hemû dewlemendiyên xaka Başûr ên ser erd û bin erd ên xelkên Başûr e.

Çend roj berî niha hevserokê KCK`ê Birêz Cemîl Bayik di derbarê petrola rojavayê Kurdistanê de nêrînên xwe anî ziman. Çi dibêje? dibêje; ‘Petrola rêveberiya xweser a Bakûr û Rojhilatê  Sûriyeyê, bi tenê ne yên gel û rêveberên vê herêmê ye, hemû gelên Sûriyeyê ne.’ Ji vê nêrînê zêdetir bi edalet, gelparêz û bêhtir demokratîk nêrînek din heye?

Li gel vê yekê; hikûmeta başûrê Kurdistanê ku piranî ji PDK û YNK’ê pêk tê, ji ber rêbaz û siyasetên xwe yên çewt, bi rastiya jiyana gelê Başûr lîstin, ew gelê me yê Başûr ku ‘sembola kedê bû û nanê xwe ji kevir derdixist’ bi destê rêveberên herdu partiyan ji cewhera xwe hatiye biyanîkirin û îro fêrî meaş ango mûçe kirine. Heta mirov dikare bêje ev gel êdî bi birçîbûnê tê terbiyetkirin. Rêveberên van herdu hizban (PDK û YNK) bi tenya xem û derdên wan ew e ku di kîlkê hemû dewlemendiyên ser erd û bin erd bidest bixe û her wiha gumrika sînoran di kê desteser bike ye. Em dikarin bêjin, di vî karî de êdî bûne pispor!

Armanca têkoşîn û avabûna van herdu hêzan dibe ku di rojên destpêkê de bo şoreşa welat be û gelek berdêl û şehîd jî dabin. Rêzdariya me li hemû van nirxan heye. Lê di roja îro de, di armanca van herdu hêzan de şêlobûneke cidî heye. Ruxmî belengazî û sefaleta gelê Başûr dijî, derdê sereke yên van hizban êdî bûye berjewendiyên xwe û hîsabên xwe yên Swîsreyê têjî kirin e! Ango ev herdu hêz ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî, malbatî û hizbî her roj li pêş rayedarên DYA, Tirkiye û yên Iraqê çok datînin û gilî û lavan dikin. Ev rêveberêya kurd ku di warê hişmendî de belav bûye, nirxên herî pîroz ên vî gelî ji bo berjewendiyên xwe yên ji rêzê binpê dikin.

Welat di mijara siyasî de jî rewşeke cudatir nîne. Ango di vê mijarê de jî heta dawî jî serxwebûn û daxwazên gel dûr û bi hêzên dijmin û mêtnger re tekbûnek heye. Berpirsiyarên van herdu hizban, ji bo ku bi hêzên mêtînger û dewletên dijminê kurdan re karîbin hevdîtinekê bikin dikarin her cûre tawîzan ji dest bidin. Bo nimûne; ji firotina welat bigirin heta her cûre xebatên sîxurî û casûsî pêşxistin, ji parçekirina hizbên şoreşger ên kurdistanî bigirin heta kuştinên kiryar nediyar dikarin her cûre xebatan bikin û dikin jî. We qet fikiriye ku ev herdu hizbên bi navê PDK û YNK ji bo bi dijminê kurdan re karibin hevdîtênekê bikin her roj teqleyan diavêjin û çima naxwazin bi her cûre tevgerên Apoyî re hevdîtinan bikin? Mijar pir zelal e û bi tenê ne desthilata beşeke welat e. Ev herdu hêz ji ber ku rêya serxwebûneke wan a siyasî nîne ango ji ber ku girêdayî hêzên emperyal in, ji bilî daxwaz û fermanên wan ne dikarin biryarekê bidin û ne jî dikarin du gotinan bînin ziman.

Em behsa rêveberiyeke başûrê Kurdistanê ku çarenûsa xwe bi DYA û Tirkiyeyê ve girêdaye dikin. Armanca dewleta dagirker a tirk pir aşkera û zelal e. Çi ne ev armanc? Desteserkirina destkeftiyên gelên başûrê Kurdistanê, bi bombebaranan xwezaya herêmê tunekirin heta herêmê bê mirov hiştin e. Dewleta dagirker a tirk bi hinceta şerê bi PKK’ê re dixwaze başurê Kurdistanê talan bike û karibe ji Behdînanê heta rojava yê Kurdistanê herêmeke tampon ava bike.

Ruxmî wan rastiyan; bi salan e rêveberên PDK û YNK’ê di yek mijarê de ango di mijara PKK’ê de hevpar û sîstematîk dixebitin û her cûre xebatên şoreşgerî û demokratîk li başûrê Kurdistanê asteng û qedexe dikin. Ma ne hîna jî di bîra me de ye ku li dijî kongreya neteweyî ya kurd a li Duhokê rasterast dewletbûna başûrê Kurdistanê xistin rojevê û xwestin vê hewldana yekbûnê vala derxistin. Pirsgirêka sereke ya van herdu hizban, ji temenê desthilatdariya xwe dirêjkirinê zêdetir tiştekî din nîne.

Bêguman têkilî û pêwendiyên wan ên malbatî, eşîretî û çûnî ew xistine vî halî. Ji ber ev têkilî û pêwendiyên rêveberên başûrê Kurdistanê, bi salan e xaka Başûr bûye navenda MOSAD, CIA, Mûxaberatê, jî bûyî ku rêveberên PDK û YNK’ê ji van hêzan xerc, avans û pere bigirin lîstika ku ne lîstine, serhildanên gel ên netepisandine, welat parêzên negirtine an îşkence nekirine, neman e.

Hûn ê nimûne bixwazin û ez ê jî bêjim ji kîjanê destpê bikim?… bi salan e bi hêviyê gelê me yê binirx a Başûr dilîzin, gelê me bi birçîbûn û mirinê tehdîd dikin û bi ta yê didin razîkirin. Demokrat, siyasetmedar û aktivîstên li dijî berjewendiyên xwe digirin, îşkence dikin û dixin zindanan. Serhildanên gelê me yê Başûr ên li dijî dagirkeriya tirkan tasfiye dikin. Milîtan ên Apoyî yên li çar beşên welat têdikoşin bi taybetî li herêmên Soran û Behdînanê bi her cûre xebatên sîxurî û casûsî ji bo çend qirûş pereyan destê xwe dixin xwîna şoreşgerên weke Rustem Cûdî, Zekî Şengalî û Qasim Engînan. Bi rastî jî, em jî kîjanê destpê bikin?

Ruxmî hemû ev rastî û bûyeran, berdevk ên van herdu hîzban her roj derdikevin pêşberî kamerayan û dibêjin; ‘Çi karê PKK’ê li Başûr heye.’ Bersiva vê pirsa wan pir aşkera û zelal e. Karên ku PKK’ê û hemû tevgerên Apoyî ji bo gelên başûrê Kurdistanê bikin zehf in. Li ser navê nîştimanperwerî û şoreşgeriyê pir karên ku milîtanên Apoyî bikin hene.

Madem em mirovên heman welatî, zarokên heman gelî û di diyarkirina pêşeroj a gel û welatê xwe de xwedî hêz in, ew dem divê bi ruhê netewî û bi tifaqa kurd erkên xwe yên dîrokî pêk bînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar