Navenda Nûçeyan |
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Baroya Stenbolê şermezar kir û kir hedefa xwe. Piştî Baroya Stenbolê di bîranîna parêzer Ebrû Tîmtîk a piştî ji bo mafê darizandina bi edalet 238 rojan di rojiya mirinê de li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da, posterê Tîmtîk bi avahiyê de daliqandin, Wezîr Soylu Baroya Stenbolê şermezar kir û baro kir hedefa xwe. Soylu diyar kir ku ew dê der barê baroyê de serlêdana sûc bike û wiha got: “Îro Baroya Stenbolê wêneyê endama rêxistina terorê bi avahiya xwe vekir. Ez baroya Stenbolê bi tundî şermezar dikim. Ez ê li ser navê xwe serlêdana sûc bikim.”