Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji bo aştiyê têkoşîn divê

Êrîşên qirker ên bêperwa yên dewleta TC’ê ya mêtinger ên li dijî gelê Kurdistanê didomin. Li bakurê Kurdistanê bi êrîşên hewayî yên bi armanca tunekirina herêmên gerîlayan û çiya û daristanan bombebaran dikin, ambargoya zadî li ser gundan pêk tînin. Danûstandinên gel bê destûr nayên kirin. Qedexeyên li ser zozanan didomin. Bi hinceta vîrûsa koronayê (Covid-19) qanûnên derbeyê/rêveberiya awarte dixin meriyetê û bi pey re jî hemû çalakiyên civakî û siyasî qedexe dikin. Armanca wan ew e ku bi êrîşên qirker ên sîyasî rêxistinîbûna wan xera bibe. Tundiya li hemberî jinê, destdirêjî, kuştin her diçe zêdetir dibin. Tê xwestin gel bi rêbazên şerê derûniyeke dijwar ji rojevê were dûrxistin û li hemberî êrîşên qirker nikaribe li ber xwe bide. Li başûrê Kurdistanê navendên wargehên di nav sînorên Rêveberiya Herêmî ya başûrê Kurdistanê de û Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer û SîHA’yan ve tên bombebarankirin; mirovên sivîl tên qetilkirin; daristan, rez, baxçe tên şewitandin û ajal jî tên mezixtin. Li navendên wargehên Heftanînê, wek berê gund tên valakirin, hewl didin ku gundî bibin cerdevan, leşker davêjin ser gundan, xaniyan dişewitînin û hildiweşînin. Serbazên pispor û serleşker destdirêjiyê li jinan dikin.

Li rojavayê Kurdistanê çete li hemberî gel bi destê xwe sûcan dikin. MÎT mirovan direvîne. Hema bêje her roj bi dehan mirov ji aliyê çeteyan û MÎT’ê ve tên revandin. Gund tên talankirin. Destdirêjiyê li jinên ku hatine revandin tê kirin. Li ser erdan laşên mirovên mirî tên dîtin. Dixwazin kurd û ereb bi hev bikevin. Digel kurdan, li hemberî mirovên aqilmend ên demokrat û alîgirên fikra jiyana hevpar in, li kuştina wan digerin. Her wiha, digel bombebaranên li xetên sînorên rojhilatê Kurdistanê, qadên ku hêzên PJAK’ê lê ne tên bombebarankirin, mirov tên qetilkirin. Li qadên derveyî welêt jî, zêdetir li Almanyayê, li hemberî kurdan, ji aliyê rêveberiya Merkelê ve polîtîkayên zilmê tên meşandin.

Bi rastî li beramberî êrîşên qirker ên mêtinger ku di rojeva kurdan de ne, azadiya Rêber Apo rê li ber “bidestxistina azadiyê û parastina hebûna gelê Kurdistanê”  û “yekitiya kurdan a neteweyî” vedike. Lê li beramberî vê ew dixwazin ku gelê kurd ji rojeva xwe dûr bikeve û bi vê armancê rojevên pûç derdixin pêşberî gel. Bi astengiyên fizîkî û “siyasî” hewl didin rojeva kurdan biguherînin. Yên vê dikin jî dewleta TC’ê ya qirker û hevkarên xwe ne. Li beramberî êrîşên dewleta TC’ê ya qirker, tevgerên li dijî “yekitiya neteweyî” jî di nav wan de cih digirin. Li başûrê Kurdistanê ev rewş pir aşkera ye. Gel li dijî dagirkerî, êrîş û komkujiyên dewleta TC’ê serî hildaye û derketiye kolanan. Lê PDK rê li ber gel digire. “Hêzên asayişê” yên PDK’ê êrîşî gel dikin; gel dixin zindanan, îşkenceyê li wan dikin, gefan li wan dixwin û heqaretan li gel dikin. Li navendên ku gel lê dijî fermana qedexeya derketina derve didin. Mirov tên kuştin. Rêveberiya Herêmî gelê li herêma Soranê bertekên xwe nîşan dide, asteng dike û êrîşî gel dike. Hêzên xwe nadin ber “yekitiya neteweyî” û civîna “kongreya neteweyî” asteng dikin, bi van kiryarên xwe xizmetê ji dewleta TC’ê ya qirker re dikin.

Li rojavayê Kurdistanê, hin hêzên ku hewl didin şoreşê provake bikin û bi israr alîkariya dewleta TC’ê ya qirker dikin, di rêya polîtîkaya PDK’ê ya li başûrê Kurdistanê de ne. Li Efrîn û Serêkaniyê hê jî dibin şirîkên sûcên li dijî gel tên kirin. Li bakurê Kurdistanê devleta TC’ê ya qirker bi êrîşên qirker ên çandî, fizîkî û hwd. û bi rojevên pûç, gel ji rojeva wî ya sereke dûr bixîne. Dîktatoriya faşîşt a Erdogan-Bahçelî hema bêje her roj bi rojevên pûç dixwazin hêz û enerjiya gel a li dijî qirkirinê pûç bikin. Bi rojevên ku hema bêje rojê çend caran tên guhertin, dixwazin  gel gêj bikin, hişê wî tevlihev bikin û wî bitevizînin.

Dîktatoriya Erdogan-Bahçelî rê û rêbazên xwe yên şerê taybet-psîkolojîk û navgînên weşan û çapemeniyê bi kar tîne. Bi vî awayî hewl dide pêşî li bertekên li dijî sûcên xwe yên şer û mirovatiyê, nelirêtî,  qetlîamên jin û xwezayê, birçîbûn, zem, bêkarî, xwekuştin û hwd. bigire. Tenê bi vê namîne, bi ser de jî di vê rewşa heyî de bi talan û nelirêtiyê serweta hevkarên xwe zêde dike.

Ji gel re dibêje “ka li cambaz binêre” û çi li ser wî hebe digire û dibe. Nahêle civaka ku li ser darê lingan ketiye, rewşa xwe ya şerpezebûyî jî bibîne. Hema bêje li hemû bajarên Kurdistanê, bi awayekî sîstematîk her roj jin rastî destdirêjî, qetlîam, tundî/îşkenceyê tên. Zarok tên revandin û cenazeyên wan li cihên xewle tên dîtin; daristan û gund tên şewitandin, mirov tên revandin. Gel bêav û bêceyran tê hiştin. Tişta ku bi zext û zordariyê nekarîn çêbikin dixwazin bi vî awayî bi ser bikevin. Dewleta TC’ê ya qirker van tiştan bi awayekî lokal dike. Dewlet her kesî bi pirsgirêka wan re rû bi rû dihêle da ku têkoşîna hevpar û birêxistinbûna wan asteng bike. Bi vî awayî jî bi taktîka klasîk a ‘parçe bike- ji hev de bixîne-tune bike’ bi awayekî din daxwaza xwe pêk bîne.

Gelê Kurdistanê di rewşeke wiha de “1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê” pêşwazî dike. Li hemberî vê, rojeva esasî li hemberî êrîşên qirker ên dewleta TC’ê têkoşîna pêkanîna “parastina hebûna xwe û azadiyê” ye.  Azadiya Rêber Apo ku dîlgirtî ye, wek rêgez û pîvaneke bingehîn a bi rojeva esasî ve girêdayî ye qebûl dike. Bi vê taybetmendiya xwe ve, ev tê vê wateyê: “Azadiya Rêber Apo Azadiya Kurdistanê, Azadiya Kurdistanê Azadiya Rêber Apo ye.” Ev di heman demê de awayê gihiştina rêya aştiyê ya gelê Kurdistanê nîşan dide.

Tenê bi gotina “aştî”yê mirov nikare bigihîje aştiyê. Bi bangewaziya “aştî”yê li diktatorîya faşîst a AKP-MHP’ê ku li cihê rêveberiya dewleta TC’ê ya qirker-mêtinger rûniştiye, aştî pêk nayê. Berevajiyê vê, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê dema peyva aştî tê gotin, vê wek nîşaneya bêhêziyê dibîne û êrîşên xwe yên qirqer zêdetir dike. Ji ber vê yekê, ji bo têkoşîna aştiyeke rastîn; ji dêvla bendewariya bersivên daxwazên “aştî”yê yên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê, geşkirina têkoşîna azadiya Rêber Apo, “parastina hebûna xwe û bidestxistina azadiya xwe” divê were kirin. Wê demê dê bi rastî jî aştî were bidestxistin.

Divê neyê jibîrkirin ku, tenê bi têkoşînê dikarin bigihîjin “aştî”ya rasteqîn.

Nûçeyên Têkildar