Xizmên Windayan û Dayikên Şemiyê çalakiyên xwe yên ‘bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ pêk anîn.
Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 603’yemîn de çalakiya ‘Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin’ bi belavkirina vîdoeyê li dar xist. Rêvebera ÎHD’ê ya Amedê parêzer Gurbet Yavûz daxuyaniya vê hefteyê xwend û serpêhatiya windakirina Nurettîn Yedîgol ê di 12’yê nîsana 1981’an de li Stenbolê bi darê zorê hat binçavkirin û windakirin vegot.
Yavûz diyar kir ku Nûrettîn Yedîgol ê ji Erzînganê di 12’êy nîsana 1981’an de ku 27 salî bûye di serdegirtina malekê de hatiye binçavkirin û ji wê rojê ve tu kesî Yedîgol nedîtiye û agahî jê negirtiye. Yavûz got ku di bin çavan de îşkenceya giran li Yedîgol hatiye kirin û di nav xwîn û xirarê de maye û da zanîn ku tevî hemû serlêdanên malbatê jî hewldan bêencam mane û Yedîgol nehatiye dîtin.
Dayikên Şemiyê bang li rayedarên dewletan kirin
Dayikên Şemiyê jî bi daxwaza li aqûbeta windayan pirs bikin û kujer werin darizandin di hefteya 805’emîn de ji ber vîrûsa koronayê li ser hesabên xwe yên medya civakî çalakî li dar xistin. Dayikên Şemiyê bi wesîleya 30’ê Tebaxê Roja Windayan a Cîhanê li aqûbeta hemû windayan pirsîn.
Di çalakiyê de ewilî keça Fehmî Tosûn ê 1995’an de hat windakirin Jiyan Tosûn axivî û destnîşan kir ku ew bi wesîleya Roja Windayan a Cîhanê carek din daxwazên xizmên windayan û Dayikên Şemiyê tînin ziman û wiha got: “Em wek xizmên windayan û parêzvanên mafê mirovan peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) a bi darê zorê windakirin qebûl nakin. Sedemê wê jî pir zelal aşkera ye. Çimkî dewlet bi sûcên kiriye re naxwaze hevrû bimîne. Dewlet xemsar û bêhiqûqî nêzî meseleya windayan dibe û çavê xwe jê re digire. Peyman windakirinan wek sûcê mirovahiyê pênase dike. Em ê jî heta bepirsiyar derkevin pêşberî daraz têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Daxwaza me zelal e’
Pişt re birayê Hasan Karakoç ê di sala 1995’an de hat windakirin Hasan Karakoç jî bal kişand ser Roja Windayan a Cîhanê û ev tişt anî ziman: “Bav, bira, hevjîn û xwişkên me hatin windakirin. Ji aliyê hêzên dewletê ve bi darê zorê dihatin revandin û îşkence li wan dihat kirin û winda dikirin. Gorek bi hezaran winda jî nîne. Daxwaza me pir zelal e. Bila dewlet aqûbeta windayên me aşkera bike. Bila qatilan derxe pêşberî darazê. Bi kurtasî bila dewletê berpirsiyariya xwe bicih bîne. Tundî û îşkence jî li me were kirin em ê dest ji lêgerîna xizmên xwe bernedin.”
Bang li rayedarên dewletê kirin
Daxuyaniya vê hefteyê xwişka Ayşenûr Şîmşek a di 1995’an de bi îşkenceyê di bin çavan de hat qetilkirinê Fatma Şîmşek xwend û got li pey windayan êş û kûl û hêsir mane û ev êş didome. Şîmşek bi wesîleya Roja Windayan a Cîhanê bang li rayedarên dewletan kir û wiha got: Di serî de Serokkomar Erdogan û rêveberên dewletan divê dawî li bêhiqûqiya li ser xizmên windayan û li îşkenceyê bînin. Divê meqamên darazê dawî li bêcezakirinê bînin û bi wêrekî û bêalî ji bo windayan lêpirsînan birêve bibin. Em carek din bi bîr dixin ku windakirin û îşkence sûc û şerma mirovahiyê ye. 25 sal in em tevî hemû zextan jî berxwedana xwe didomînin û em ê bidomînin.” AMED – STENBOL