Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Siberojeke xeternak a li pêşiya başûrê Kurdistan!

Piştî şerê kendavê û hilweşandina rejîma baasê ya Seddam Huseyîn û şûnde her çendî başûrê Kurdistanê weke ferderal û serbixwe cihê xwe girtibe jî lê tim li ser tewerek şemitîner maye. Nekariye bingeheke saxlem dane ku li ber pêl û bahozên Rojhilata Navîn nekeve.

Ji bo nebûna bingehek saxlem çend sedemên bingehîn hene. Ya herî sereke jî nebûna rêveberiyeke saxlem û xwedî siyasetekî neteweyî ya bihêz e. Li pey wê re polîtîkayên şaş ên hevkariyên li gel dijminê xwe ku weke dost dibîne, li dû wê jî nakokiyên navxwe û piştguhkirina civakê rêz dibe heta digihêje pirsgirêkên herî biçûk.

Rêveberiya başûrê Kurdistanê ku weke du beş tên destgirtin. Aliyek Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) li aliyê din jî Yekitiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) du seriyên mezin û li ber hev tim bi nakok in. Ji rêveberiya hikûmetê bigire û dabeşkirina xakê heta dahata wê tim bi nakok in. Her du alî jî dixwazin yê din pasîf bike û kontrolê bixe destê xwe. Dema vê jî dike di serî de civakê û hemû pêkhateyên heyî piştguh dike û dike mexdûr. Ji bo xwe bikar tîne, dikuje, birsî dike û neçarî xwe dike.

Dema mirov li başûrê Kurdistanê dinêre erdnîgarî di nava herdu partiya de hatiye parçekirin, di serî de Hewlêr, Dihok û Zaxo weke devera ‘zer’ ango ‘partî’ PDK û Silêmanî, Germiyan, Helebçe û deverên din jî bûye devera ‘sewz-kesk’ ango YNK. Li gel vê parçebûnê jî civak jî hatiye parçekirin û heta trajîk-komîk jî malabat jî hatine parçekirin. Malbat hinek PDK hinek jî YNK ne. Dema wiha bû, wê demê rehet mirov dikare wan kesan bikar bîne û ji bo berjewendiyên xwe sûdê jê bigire.

Siyaseta esasî ya herdu partiyan jî birçî bike muhtacî xwe bike. Mirovê birçî tim ji bo xwe têr bike zûrtir ji xapandin û bikaranînê re destdayî ye. Gelê Başûr ê ji bo YNK û PDK’ê bi hezaran zarokên xwe dan, di destê serokên PDK û YNK’ê de bûne parsek û rezîl bûne. Di serî de PDK ku mîna tenê wan ji bo azadiya xaka Başûr şer kirin û şehîd dan dibînin lê belê ya rast xelkê Başûr ev destkeftî bi xwîna zarokên wan hatiye bidestxistin. Ne bi şer û xwîna hinek alî ne. Ev têkoşîneke yekalî ya serxwebûna kurd e. Ji bo vê divê gel jî di zanabûna wê de be. Ji bo zarokên rêveberên Başûr çi maf e, ji bo zarokên karkerekî, mamoste û dayikeke ji rêzê jî xwedî heman mafî û rêzê ye.

Lê mixabin a îro em dibînin ev hemû di destê du aliyan de kom bûne û heta jê tên dixwazin vî gelî perîşan bikin û hejar bikin. Di serî de lihevkirina PDK’ê ya li gel artêşa tirk a dagirker û êrîşên ezmanî yên sivîl dibin qûrbanî dike ku zenga siberojeke tarî li pêşiya başûrê Kurdistanê ji dûr ve tê bihîstin.

Têkoşîna ku gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd li Heftanîn û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, pêşîgirtina vê dagirkerî û zengê ye. Lê mixabin rêveberiya PDK’ê û hinek aliyên siyasî ji bo pêşî li vê dagirkeriyê vekin çi ji desta tên dikin. PDK bi istixbaratî û kordîneyên di destê xwe de navend û nuqteyên gerîlayan dike hedef û Tirkiye jî bombe dike. Dîsa li gel vê kes û siyasetmedar, ciwan û jinên ku pêşengtiya azadiyê dikin û dixwazin pêşiya dagirkeriyê jî digirin hedef nîşan didin û ji aliyê balafirên SÎHA yên tirk ve tên qetilkirin û PKK ji vê berpirs nîşan dide.

Hem êrîş û qurbaniyên sivîl nabîne, talan û wêrankirina gundan nabîne, gerîlayên ku ji bo sivîl nebin qurbanî canê xwe didin, ji êrîşan berpirs nîşandan çiqasî bi wijdan û edalet e? Herkes niha zane ku gerîla li Heftanînê li ber xwe nede, niha Başûr xakekî dagirkirî bû. Wê siberoja xelkê Başûr mîna gelek deverên Rojava hatin dagirkirin û koçber bûn. Gelê Başûr herî zêde vê zane. Di pêvajoya ‘Aşbetal’ e dîsa salên 90’î çawa koçber bûn. Ji bo vê niha her tişt li ser milê civaka me ye, bendewariya ji rêveberiyên PDK û YNK’ê dê encamgir nebe. Jixwe ya nîşan jî dide ev e.

Halê civakê di warê aborî û debarê de di asta herî ketî de ye. Rojane bav ji bo nikaribin zarokên xwe têr bikin xwe întixar dikin. Di serî de pêşmergeyên bê dudilî canê xwe dikin sîper nikarin zarokên xwe xwedî bikin, dawî li jiyana xwe tîne. Ji bo ev nebe PDK-YNK çi dikin gelo? Xwepêşandanên tên kirin ku dixwazin dawî li dagirkerî û xizmet ji bo civakê bên kirin çiqas tên bersiv dayîn? Bersiva hikûmetê girtin, îşkencekirin û sekutkirine. Niha bi dehan rojnameger, çalakvanên siyasî di binçavan de ne, girtî ne. Ji bo çi girtîn e gelo? Sûcê wan xwestine dawî li dagirkeriya xaka başûrê Kurdistanê bê, hikûmet hew bêdeng bimîne û xizmetê ji bo civakê bike. Gelo ma erkê hikûmetê ne ew e ku van daxwazên rewa pêk bîne?

Hikûmet ger guh nede van daxwazan wê raperîn çêbibin û wê dijmin jî sûdê ji vê bigire û bixwaze Başûr dagir bike. Jixwe amadekariyên eniya tirkmen jî hê ji mêj ve heye. Kerkûk niha weke ya xwe dibînin û ji çeteyan tije ye. Naxwazin pêşmerge vegerin Kerkûkê û li dijî vê radibin. Dîsa li Kerkûk û navçeyên wê rojane DAIŞ êrîş dike. Yek ji deverên herî zêde DAIŞ lê aktîf wir e. Rojane welatiyên sivîl direvînin û qetil dike. Ev hemû encamên siyaset û polîtîkayên şaş ên hikûmet û rêveberên hikûmetê ne.

Dîsa hewldanên PDK’ê ya ku dixwaze PKK bikişîne şerekî navxweyî bi serê xwe felaketek e. Di peyama dawî ya KCK’ê de ev vekirî hate nîşandan. PDK ketiye nava hewlanên şerekê. Ji bo vê divê di serî de pêşmerge û gel hestiyar be. Ziyana wê sed qatî encamên ku PDK yan jî hinek alî din dixwazin bidest bixin heye. Aliyek tenê winda nake, herkes winda dike. Ger ku PDK di xeyaleke Kurdistanek biçûk û serbixwe dike, wê nemîne. PKK tune bibe, wê ew jî ji ber dijmin bireve û mîna gelek caran ku di dîrokê de bi serê pêşiyên kurdan û heta kalikên wan hatî bibe.

Ji bo wê ye ku divê rewşenbîr, siyasetmedar, oldar, ciwan, jin û her kes di vê mijarê de ji mala xwe destpê bike, nebin bikeve şaştiyeke dîrokî. Ev şaştî mirin bi xwe ye. Her kes aliyê xwe civakê hişyar bike û li dijî dagirkerî-hevkarî-nokerî bibe xwedî helwest û ji bo yekrêziyeke kurd-kurdistanî li gel pêkhateyên herêmê kar bike û yekitiyeke netewî-demokratîk ava bike. A tê xwestin ev e, ya rast jî ev e. Em hemû bi hev re azad dibin, bi hev re tune dibin. Ji derveyî vê rêya din tüne ye.

Nûçeyên Têkildar