Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KNK’ê ji bo kampanyaya azadiya Ocalan banga tevlibûnê kir

Navenda Nûçeyan |

Encamnameya civîna Konseya Rêveber a KNK’ê ku di 30’ê Tebaxa 2020’an de hate lidarxistin, hate aşkerakirin.

Di daxuyaniyê de ya li ser encamnameyê, hate ragihandin ku Konseya Rêveber a KNK’ê civîna xwe ya asayî roja 30’ê Tebaxê li dar xistiye û rewşa siyasî ya li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bi berfirehî nirxandiye.

Encamnameya civînê wiha ye:

“Di civînê de mijara sereke bi taybetî stratejiya dagirkeriyê ya dewleta tirk a li dijî Kurdistan û destketên kurdistaniyan bû. Qedera Rojhilata Navîn giredayî helwest û pozisyona kurd û kurdistaniyan e. Helwesta global jî giredayî Rojhilata Navîn e û heke kurd û Kurdistan di nav hevkêşeya çareseriyê de nebe, ew kaos û tevlihevî wê wek xwe û bê çareserî bimînin. Konseya KNK’ê teqezî da ser têkoşîn û berxwedana li Kurdistanê. Ew xebat û têkoşîn, ne tenê wek mijareke neteweyî û nîştîmanî ya navxweyî, her wiha wek pirsgirêkeke girîng a hemû cîhanê jî bi nav dike. Di hevsengiya şerê neteweyî, nijadî, navçeyî û global de, pirsgirêka kurdan xwedî girîngiyeke dîrokî û bingehîn e.

Îro kurd û Kurdistan careke din di bin berpirsiyariyeke mêjûyî de ne. Têkoşîna çareseriya ku îro li Kurdistanê derdikeve holê, bandora xwe li derveyê sînorê xwe jî dike. Ji bo ku ev yek pêk neyê, dewleta tirk bi hemû hêza xwe li hember vê konsept û ketwarî şer dike.

Dewleta dagirker a Tirkiyeyê, îro wek djiminê sereke li dijî kurd û Kurdistanê ye û li ser hebûna kurdan xetereyeke mezin e. Mixabin hin alî hene, metirsiya sedsalî di êrîşkariya dewleta Tirkiyryê de nabînin. Lê vî şerê heyî, wek şerekî di navbera aliyekî kurd û dewletê de pênase dikin. Bi vê helwesta xwe ya li dij berjewendiyên neteweyî derdikevin. Ev hatiye xweya ku dewleta Tirkiye ji ber ku di qonaxa dawiyê ya hebûna xwe de ye, wek ‘Netew Dewlet’ êrîşê li dijî Kurdistanê pêk tîne. Bi rêya nijadperestî û pêşxistina xeta turanîzmê dixwaze xeta ‘Mîsakî Mîllî’ li ser erdnîgariya berê ya Osmaniyan pêk bîne. Lê pêwîst dibine ku lingê yekemîn yê stratejiya ‘Mîsakî Millî’ li ser bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê pêk bîne. Berxwedana kurdan a di van beşên Kurdistanê de ji bo dewletê astengiya herî mezin e. Bi teknolojiya dîjîtal a asta herî bilind a leşkerî li dijî kurdan şerekî dijwar dimeşîne.

Dewleta Tirkiye li Kurdistanê di rewşeke giriftariyê de ye û planên wê xitîmî ne. Ji ber wê jî bi êrîş û mudaxalêyên li ser Lîbyayê, başûrê Yemenê, Malî her wiha xwe bi vegerzanîna cîhana Îxwanan, ji xwe re dijminên nû çêdike. Îro hema tevahî dewletên ereb û bakurê Afrîkayê li dijî dewleta tirk in. Bi maytêkirin û destwerdana li ser Behra Spî jî îro li gel Yekitiya Ewropayê û NATO’yê ketiye nava nakokiyan. Bi derxistina nakokiyên di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de Rûsya û NATO’yê tîne beramberê hev. Bi lîstoka li ser dêrên xiristiyanan ên wek ‘Ayasofya’yê jî cîhana mesîhiyan kiriye dijminê xwe. Dewleta tirk îro di asta siyaseta cîhanê de wek dewleteke ku aramîtiyê têk dibe û welatan bê îstîkrar dike, tê binavkirin. Ev rastî, derfetên mezin pêşkêşî kurd û Kurdistanê dikin. Da ku hebûna xwe bigihêjînin statûyekê. Bi yekitiya neteweyî, dem dema têkbirina dewleta dagirker a Tirkiyeyê ye.

Ji ber ku êdî nikarê piştgiriya dewletên ereb ên ji bo stratejiya xwe ya antî kurd bigire, dewlata tirk dixwaze rejîma Îranê bikşîne aliyê xwe. Êrîşên wê yên li dijî gerîlayên rojhilatê Kurdistanê jî, encamên vê siyasetê ne. Dewleta Îranê jî ji aliyê xwe ve lê li gorî strateji û siyaseta dewletê bêguman dijminekî sersextê kurdî û Kurdistanê ye û heman armanc û stratejiya dewleta Tirkiyeyê dihewîne. Lê di rewşa îro ya dewleta Îranê de, hem di navxwe û hem jî li ser astê navneteweyî de di nava krîzê de ye. Hêdî hêdî çengên wê yên derdor ‘Hîlala Şî´î’ tên birin, li Iraqê dewrê dewletê ber bi lawazbûnê ve diçe û li Lubnan û Sûriyeyê jî ketiye ber tengaviyan, bi taybetî piştî bûyera teqîna li Beyrûtê.

Dewleta tirk li bakurê Kurdistanê paralelê şerê leşkerî, şerekî civakî jî dimeşîne. Bi êrîşên taybet ên li ser jinên kurd, dixwaze morala civak û siyaseta kurd bişkîne. Rayedarên dewleta Tirkiyeyê tevgera azadiya jinên kurd wek dînamîk û pêşengên şoreşa Kurdistanê dibinin. Ji ber wê jî, bi awayekî sîstematîk li ser jinên kurd siyaseta destdirejiyê/tecawizê pêk tîne. KNK’ê banga civaka kurd a li bakırê Kurdistanê dike, da ku li hember van êrîşan helwesta xwe nîşan bidin.

KNK’ê, bi taybet berxwedana gel û gerîlayan a li dijî dagirkeriya tirkan li devera Heftanînê, wek berxwedaneke neteweyî û nîştîmanî ya li dijî dagirkeriyê dibîne. Bi giştî gelê me yê Behdînanê ew 2 meh in, li dijî dagirkeriyê di nav helwestekê wêrek û berpirsyariya neteweyî de ne. Şerê Heftanînê, tenê erka beşeke siyasî ya kurdan nîne, belkî pewîst e hemû gel û hêzên kurdan lê xwedî derkevin. Encama serkeftina şer û berxwedana Heftanînê ew ê paşeroja dewleta tirk jî nîşan bike.

Bi gêreşêwên û tarîkirina rastiyan û tewanbarkirinên bi rêya medya û çapemeniyê pêşiya daxwazên gelê me yên li dijî dagirkeriyê nikare bê girtin. Pewîstî heye ku medya û ragihandina kurdî di rexneyên xwe yên siyasî de sînorên exlaq û wîjdanî yên civakî derbas nekin. Ku ew bi gotinên xirab û heqaretan li dijî hev bin. Di encam de tenê dijmin bi vê rewşê şa dibin. Her wiha girtina çalakvan, rojanmeger û siyasetmedarên li Behdînanê kesên ku mafên xwe yên welatperweriyê li dijî dagirkeriye pêk tînin, danezana yekitiya neteweyî dikin, gaveke li dij binpêkirina erkê neteweyî û dadperweriyê ye. Pewîst e, hemû girtiyên siyasî û yên sivîl bi lez serbest bên berdan.

Mijareke girîng a civîna konseya reveber ya KNK’ê, rewşa Êzdîxanê bû. Vegera gelê me yê êzdî ji bo Şengalê gaveke pir pîroz e. Mîsogerkirina êmnahî û danpêdana navxweyî û navneteweyî ya Şengalê wek Êzdîxan erkekê neteweyî ya dîplomasiya kurd e. Pêwîstiya xurtirkirina dîplomasiya kurd li gel Bexda, Herêma Kurdistanê û asta navdewletî heye. Her wiha ji bo avakirina Şengalê jî, divê gelê me li her derê bi alîkariya madî beşdarî ji nû avakirina Êzdîxanê bibe. Doza Şengalê, pirseke neteweyî ye û ji bo tevahî kurd û Kurdistanê ye.

Civîna Konseya KNK’ê her wiha li ser rewşa gelê me yê li rojhilatê Kurdistanê jî rawestiya. Li aliyekî êrîşên rejîma Îranê yên li ser gelê me zêde bûne û li aliyê din ji ber sedema siyaseta dagirkerî ya rejîmê, rewşa aborî ya gelê me pir tengav bûyê. Xizanî her roj diçe dikeve astên metirsîdar. Di bin navê pandemiya ‘Corona’ yê de rejîma Îranê aboriya rojhilatê Kurdistanê aniye asta fetisandinê. Têkoşîna li dijî siyaseta dagirkeriya dewleta Îranê ya di asta dîplomasî û çalakiyên xelkê Kurdistanê de îro pêwîstiyeke jiyanî ye. Her wiha pêdivî bi alîkariya aborî jî heye. Ji bo vê û rizgarbûna gelê me di wê rewşa xerab de, ji her tiştî fer û ferztir yekrêzî û yekgutar û yekçeperiya hêzên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê xwe dibine.

Rewşa başûrê Kurdistanê jî bi giştî hate şîrove kirin. Hebûna krîza aboriya xelkê Kurdistanê û arîşeyên navbera herêm û navendê, ne şefafiyeta desthiladariya herêmê û leyiztinên hikmraniya Bexdayê gihaye asta pirsgirêkên kûr. Lawazbûna dewrê kurdan li Bexdayê û siyaset û nakokiyên hêzên kurdistanî bi taybetî yên desthilatdar, ev rewş afirandiye. Pêwîst e zû rewşa jiyar û aboriya xelkê bi dana mûçeyên fermanberan bête çareserkirin. Parlamentoya herêmê dubare bête aktîvkirin û xwedî li vê rewşa hanê derkeve.

KNK’ê hem wek erkeke neteweyî hem jî ji ber ku keda rêzdar ‘Abdullah Ocalan’ di sazkirina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de xwedî roleke serekê bû, biryar da ku di asta neteweyî de beşdarê kampanya azadkirina birêz Abdullah Ocalan bibe. Wekî tê zanîn sendîkayên herî mezin ên Brîtaniyê û gelek rêxistinên sivîl yên cîhanî li gelek aliyên cîhanê dixwazin di bin navê ‘Dema Azadiyê Hat’ kampanyayekê ji bo azadkirina birêz Ocalan dest pê bikin.

KNK’ê banga hemû kurd û kurdistaniyan dike li hemû deran beşdarê vê kampanyayê bibin.

Konseya Rêveber plansaziya Civata Giştî ya KNK’ê jî, di civînê de kir biryar. Her çendi pandemiya coronayê wek astengiyek jî be, biryar da ku Civata Giştî di nav meha cotmehê de pêk were, komîteyeke amadekar jî, ji bo Civata Giştî hat danan.

Di civîne de plansaziyek ji bo paşeroja kar û xebatên KNK’ê jî derket.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar