Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe yên spî peyama ‘aştiyê’ dan

Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li Meydana Barbarosa Beşîktaşê ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê.

Behiye Dûman li ser navê dayikan axivî û diyar kir ku 20 sal in ew li dijî şer aştiyê qîr dikin û daxwaz dikin û ew ê qet dev ji vê daxwazê bernedin.

Dûman da zanîn ku ji roja komar ava bûye heta niha ji ber ku kurd tên înkarkirin karesatên giran li ser axa wan pêk hatiye, 40 sal in şer didome û her ku diçe girantir dibe.

‘Peymana Dolmabahçeyê hat jibîrkirin’

Di axaftina xwe de Dûman da zanîn ku bi deh hezaran însan ji ber şer jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran însan bi cezayên giran rû bi rû mane û di girtîgehan de ne û bi milyonan ji warê xwe bûn û got ku hem ji bo kurdan û hem jî ji bo tirkan rûxandinên mezin qewimîn û ji tecawizê bigire heta krîzên aborî ji ber polîtîkayên şer pêk tên.

Dûman bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya di sala 2013’yan de dest pê kir û di navbera şandeyan de Peymana Dolmabahçeyê ya hatibû îmzekirin hatiye jibîrkirin û ev bû sedema ji nûve şer gûr bibe.

‘Navnîşan diyar e’

Dûman da zanîn ku piştî şer destpêkirin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayek girankirî tê tecrîdkirin û komkujî pêk hatin, bajar hatin hilweşandin, hewldana darbeye pêk hat û li hundir û derve li her deverê şer hatiye ragihandin û şer diqewime. Dûman ji bo çareseriya pirsgirêka kurd Ocalan wek navnîşanê da nîşandan û got ku ew bang li raya giştî hemû dike ku rê li şer bigirin û rê li ber aştiyê vekin.

Her wiha Dûman ji bo rawestandina şer û pêkanîna aştiyê her kesî vexwend berpirsiyariyê û dixwazin ku îradeya xwe nîşan bidin.

Laçikên xwe avêtin erde

Dayikên Aştiyê piştî daxuyaniyê laçikên spî ku remza aştiyê ne û ku dema diavêjin erdê dawî li dijminatiya du aliyan tîne, îro jî wek wê rabaza berê laçikên xwe avêtin erdê û xwestin şerê navbera aliyan biqede û cihê xwe ji aştiyê re berde.

Dayikan piştê demek kurt laçikên xwe ji erdê rakirin û birin li serê dîrekên ji bo platforma pîrozbahiya 30’ê Tebaxê çêkiribûn daliqandin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar