Mihemed Seydî |
Her çiqasî em qala hatina partiyên siyasî yên kurd li Rojava ya gel hev bikin jî lê aliyên li derve (ENKS) şertên xwe yê hatina gel datîne holê û bi van şertan dixwaze berhemên çend sal in li Rojava tên komkirin belav bike. Yek ji van mijaran jî mijara materyal û perwerdehî ye. Ew dibêje bila materyalên rejîmê careke din werin dayîn. Hincet jî ew ê ku ew sîstem ji aliyê NY’yê ve tê naskirin. Lê gelo xema ENKS’ê pêşeroja zarokên kurd ye? nexêr. Ew ketiye derdê xwe ku li van materyalan qala gelek bêbextiyan dike ku destê wan û yên li pêyî wan tê de heye. Ya din dema ku dibêje ez ji sedî 50 dixwazin wê demê ya ku dike ne daxwaza yekitiyê ye, ew daxwaza parê û hîn parçekirinê ye. Lê bo ku nebin darê destê dijminê kurdan, aliyên rêveberiya xweser dixwazin ew bikevin nava vê xebatê. Lê mijara em dixwazin balê bikişînin ser ev e.
ENKS çima ji materyalên rêveberiya xweser aciz e?
Em jî bibêjin ma wê çima ne aciz be ger hûn di materyalên xwe de bêjin YPG’ê şerê DAIŞ’ê kiriye, YPG kurd li Şengal, Kobanê, Hesekê û li tevahî bakurê Sûriyeyê parast û nehişt ku Nûsra bikeve Serêkaniyê.
Ya din, hûn dibêjin hinek hebûn Şengal ji DAIŞ’ê re hiştin û reviyan. Hinek hene Kerkuk kirin bazara berjiwendiyên partîtî, hinek jî bûn nokerên dagirkeran û rê ji dewleta tirk re li başûrê Kurdistanê vekirin û got sedem PKK ye.
Hûn qala wan aliyan dikin ku 1996’an bi desteka qatilê kurdan Sedam Hisên re Hewlêr xistin destê xwe û pêşmergeyên dîl hatî girtin jî qetil kirin.
Hûn qala berxwedana li Kobanê dikin. Qala berxwedana li Efrînê dikin ku li hember dewleta tirk bû û ENKS’ê hevparê dagirkeriyê bû û digotin em ê Efrînê rêve bibin.
Hûn qala wê yekê dikin ku çawa di bin navê siyasetê de li ser maseyên ku plana qirkirina kurdan dihate danîn xwarin dixwarin û şerab vedxwarin û li hember wê qala nexşeya Kurdistanê dikin û dibêjin gelên din jî dikarin di Kurdistanê de bijîn.
Hûn qala wê yekê dikin ku divê sînorê bi têlên risayî li der dora mala kurdan neyê danîn lê projekî ku kînê ji nava xelkê rake dikin.
Hûn qala wê yekê dikin ku divê hêza parastina kurdan xurt be û ciwan tev de fêrî xweparastinê bibin.
Hûn qala wê yekê dikin ku çawa dewleta tirk ava Çemê Firatê li ser xelkê Rojava qut dike.
Hûn qala wê yekê dikin ku çawa dîwarê li nava rojava û bakurê Kurdistanê de hatiye avakirin û dixwazin kurdistaniyan ji hev dûr bixin.
Hûn qala wê yekê dikin ku çawa xendek li nava Başûr û Rojava hatin kolan û çawa dayikan bi destên xwe axa ku bi kepçeyan hatibû derxistn xendek dadigirtin û gotin ku çi mafê we heye ku kurdan bi van xendekan ji hev qut dikin û rêya çûn û hatina kurdan digirin. Ew xendekên ku pêşmergeyên ji Şengalê reviyayî dema xwestin derbasî Başûr bibin di ser Rojava re, careke din bi destên xwe dixwastin dagirin.
Hûn qala wê yekê dikin ku dewleta tirk li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spiyê her tiştê li ser navê kurdan ji holê radikin û kurdên li wir mayî qetil kir ku ENKS jî hevparê vî karî ye.
Hûnê qala wê yekê bikin ku heta niha ew kesên ji xwe re dibêjin em kurd in û navê meclisa kurdî li xwe dikin devê wan nagere bibêjin ku dewleta tirk dagirker e li Rojava.
Hûnê qala çi û çi nekin ji van rastiyên heyî. Ma ew ê çawa rûreşiya xwe mukir werin û qebûl bikin zarokên kurdan ên pêşerojê vê rastiya wan nas bikin û li dibistanan hîn bibin.