Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

‘Îktîdar xwedî li tecawizkar Mûsa Orhan derdikeve’

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî rojeva jinan civîna çapemeniyê li dar xist.

Başaran 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir û got ku herî zêde şer bandorê li ser jinan dike. Başaran bal kişand ser berdana tecawizkar çawişê pispor Mûsa Orhan ê bû sedema mirina Îpek Er û diyar kir ku ev rewşeke meyldariya taybet e û di encama vê yekê de pêk hatiye.

Di axaftina xwe de Başaran da zanîn ku li dijî berdana Orhan nerazîbûn û hêrsa jinan bilind dibe û ev tişt anî ziman: “Lê mixabin em dibînin ku çapemeniya nêzî îktîdarê û berdevkên îktîdarê xwedî li Mûsa Orhan derdikevin û wî diparêz in. Hema bêje her roj hin nivîsên ku Îpek Er sûcdar dikin û didin nîşandan û Mûsa Orhan jî mexdûr didin nîşandan tên nivîsandin. Em baş dibînin ku ev yek tê birêxistinkirin.”

‘Mûsa Orhan tê parastin’

Her wiha Başaran anî ziman ku îktîdar dixwaze kiryar Orhan bê ceza bimîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dibînin ku kiryar diparêz in û li derdora wî mertalan çê dikin. Wî bi xwe gotibû ‘tiştek bi min nayê.’ Tiştek ji Mûsa Orhan nebû, tevî ku di dosyeyê de sûcê wî aşkera ye û sabît e jî lê dîsa hat berdan. Ji wezîfeyê hat girtin lê bes dest û milê xwe dihejine û digere. Îktîdar xwedî li tecawizkar Mûsa Orhan derdikeve û îktîdar ji bo Nadîr Kadirova ya bi guman li mala parlamenterê AKP’ê Şîrîn Unal hat dîtin çi kiriye gelo? Dosye bê dozvekirinê bi encam bû.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar