Navenda Nûçeyan |
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku roja şemiyê girtiya siyasî ya kurd, nivîskar Mujgan Kawsî li dijî nedayîna destûra çûyîna malê û peywendiyên telefonê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Her wiha girtiya siyasî ya kurd Sekîne Perwane jî di heman rojê de dest bi greva birçîbûnê kiriye lê heta niha nayê zanîn ji ber çi sedemê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Tê gotin ku li Girtîgeha Êvîn a Tehranê mafê telefonê yê ji bo zilaman bêsînor e lê ji bo jinên girtî hefteyekê nîv saet hatiye diyarkirin.