Şoreşa Rojava, di du heyvan de 2 peymanên balkêş û girîng li gel 2 dewletên sereke yên cîhanê, hema li pey hev girêda/îmze/wajo kir.
Yek; HSD’ê, bi şîrketa petrolê ya DYA’yê Delta Crescent Energy LLC’ê îmze kir. Ya duduyan jî; MSD’ê bi Partiya Vîna Gelêrî li Moskovê-li Wezareta Karê Derve re îmze kir.
Ev her du peyman jî, hem bi naverok û hem bi armancên siyasî gelekî ne dûrî hev in, hema hema wek hev in. Tenê dewlet û nav cuda ne. Hema bêjin HSD û MSD histûnên sereke yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk in. Şîrketa petrolê projeya dewleta DYA‘yê ye, PVG jî projeya Rûsyayê (û Sûriye) ye û wezaretên derve yên her du dewletan jî peyman erê kirine.
Ka em bala xwe bidinê, gelo kî li dij û kî li gel û kî bêdeng e ji bo van peymanan?
- Bêguman peymana yekê, ji ber ku weke projeya xwe dibînin DYA’yê, ew ê piştgriya wê bikin û ew ê bixwaze bi pêş bikeve. Belê li gorî berjewendiyên xwe! Lê peymana duduyan, ji ber ku li dijî berjewendiyên xwe dibînin, ew ê dijberiya xwe bi xurtî nîşan bidin.
- Bêguman Rûsya jî ew ê berovajiyê DYA’yê, li peymana duduyan xwedî derkeve û ji bo pêşketin û xurtkirina wê ew ê hewl bide. Belê li gorî berjewendên xwe! Ji ber ku objektîf li dijî peymana yekê tê dîtin, ew ê li dijî peymana yekê bixebitin.
- Her du peyman jî hem objektîf hem subjektîf, yekser dewleta R. Erdogan têkildar e. Li dijî peymana yekê, dibe ji ber ku J.Jeffrey gotibû min agahdarî daye wan, zêde nerazîbûn diyar nekirin. Ji ber ku em nas dikin R.Erdogan, bi her awayî û bi temamî çendîn girêdayî ye bi DYA’yê re, Jeffrey ew daxuyanî neda jî ew nikarin li dijî wan deng derxin, lê ji bo ya duduyan, Çavuşoglu xwe gelek hêrs kir û bi şêwazeke şantajwarî got‚ lazim e Rûsya biryarên Astanayê ji bîr neke! (ka gelo li dijî kurdan çi biryar û sozên gemarî û lewitî dane hev?). Ji ber ku têkiliyên wan bi Rûsyayê re taktîkî û wextî ne, helbet li dijî peymanek wisa girîng nikarin rawestin, bi tundî li dij derdikevin. Belê ji neçarî divê li gel DYA’yê cih bigirin, ji ber ku hevalbendên hevdu yên stratejîk in.
- Dewleta Beşar jî paralelî dewleta Receb lê belê berovajiyê wan helwest nîşan dan. Li dijî peymana yekê, bi tundî bertek nîşan dan. Lê ji bo peymana duyemîn, heta niha bêdeng e. Ji ber ku çawa hefsarê Receb di destê DYA’yê de ye, hefsarê Beşar jî di destê Rûsyayê de ye. Lewma Beşar jî nikare li dijî Rûsyayê helwestek tund nîşan bide. Her wiha Îran jî di bin bandora Rûsyayê de ye. Li hember xetereya DYA’yê ya li ser wan, Îran jî hewcedarê alikarî û piştgriya Rûsyayê ye.
- Ev dewletên li jor behsa wan hatin kirin, yekser di rêza yekemîn de têkildarên her du peymanan e û helbet helwest û bertekên wan girîng e û divê were zanîn. Ji bilî van dewletan ên di rêza dudu û sisiyan û hwd.de têkildar in jî ger li ser vê mijarê siyaset û helwestên wan werin zanîn baş e. Mixabin heta niha helwest an dîtin û daxuyaniyên balkêş nehatin diyarkirin. Dibe ku hîn wext zû be. Erê di ser peymana yekê re hinek wext derbas bû lê ya duduyan hîn teze ye. Jixwe piştî ya duduyan dibe ku ev zêdetir bi germî bikeve rojeva raya giştî. Niha bi tenê Macron hinek bi germî di nav tevgereke balkêş de ye. Roja sêşemê derketibû gera xwe ya duyemîn a Beyrûdê û hema li pey wê roja çarşemê derbasî Bexdayê bû. Li wê derê, li gorî di çapemeniyê de dihat dîtin, li gel Serokwezîr Kazimî û Nêçîrvan Berzanî civînên berfireh û tije pêk aniye. Wisa dihat diyarkirin ku dibe têkiliyê vê gerê û van hevdîtinên germ û berfireh, bi van her 2 peymanan ve hinekî hebe yan jî van peymanan bandora xwe li ser siyaseta Macron kiribe.
- Aliyekî din ê girîng jî helwesta partî, sazî û kesayetiyên kurdî ne û her wiha dîtin û şîroveyên raya giştî kurdî jî girîng e. Lê belê ji vî alî ve jî heta niha helwest û şîroveyên xurt hêj nehatine diyarkirin. Ez bawer dikim piştî vê peymana duyemîn, ew ê êdî şîrove û bertekên balkêş derkevin holê û werin dîtin.
Encam:
Ez her du peymanan jî gelek girîng dibînim. Belê li gel girîngiya wan, aliyên wan ên hem ên pozîtîf û hem ên negatîf jî xurt in. Van peymanan, çendîn zemînek berfireh a navneteweyî û fermî pêşkêş dike, di raya giştî gelemperî de jî zemînê ji xebatê re berfireh û xurtir dike, her wiha ew çendîn zemînê ji xeteran jî re fireh dike.
Bi kurt û kurmancî, van her du pêngavan, bi giştî ji bo tevger û raya giştî ya kurdî, bi taybetî jî ji bo Rojava-Rêveberiya Xweser a Demokratît zemînê xweş û xurt dike, her wiha ji warê derûnî û moral ve jî hêzê dide gelê kurd. Lê divê her ewqas jî her kes ji bo xetere û tehdîdan jî xwedî amadekariyan be.
Bêguman divê rêveberiya tevgerê, ji herkesî bêhtir li wan xeteran hişyar be, bi taybetî jî di kar û barê dîplomasiyê de divê gelek bi hostayî tevbigere. Êdî tevgera me jî bûye xwedî gelek serpêhatiyan; di warê siyasî, dîplomasî, leşkerî û hwd. de.
Êdî kes ne biyaniyê siyasetê ye. Di siyasetê de dostanî nîne, berjewendî hene. Ma gelo kesê ku siyaseta dewletan nas neke maye û di serî de ya DYA û Rûsyayê? Bêguman di bazara siyasî de jî hostayî û hişharî lazim e.
Helbet ew ê berjewendiyên dewletên xwe biparêzin, em ê jî berjewendiyên gelê xwe biparêzin! Kî jîr û jêhatîtir be ew bêhtir dibe xwedî destkeftiyan.