Navenda Nûçeyan |
Serokê Herêma Kurdistanê îro ji bo hin hevdîtinan serdana Enqereyê dike. Tê payîn Barzanî ewilî bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû re hevdîtinê pêk bîne. Barzanê wê pişt re jî saet di 14.00’an de li Qesra Serokkomariyê bi Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan re hevdîtinê pêk bîne.