Navenda Nûçeyan |
Parlamenterê parlamentoya Iraqê Hoşyar Ebdula bi daxuyaniyeke nivîskî serdana Nêçîrvan Bazanî ji bo Erdogan bi tundî rexnekir û wiha got: “Tirkiye rojane welatiyên Kurdistanê dike hedef, Nêçîrvan Barzanî jî nanê sibehê bi Çavuşoglu û Erdogan re dixwe. Weke ku tiştek çênebuyî vê dike. Ev jî bêrêziya herî mezin a hemberî hestê gel û bi taybet jî kesên bedel dane ye.”