Kanala Sema ya hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gihaştiye paytexta Sûriyeyê Şamê.
Duh bi şev şandeyeke rûsî ya bi serkêşiya cigirê serokê meclisa wezîran a Rûsyayê Yurî Borisov gihaşt Şamê.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê daxuyand ku dê cigirê serokê meclisa wezîran, wezîrê karên derve Welîd Muellim bi cigirê serokê meclisa wezîran a Rûsyayê Yuri Borisov û wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re îro seat 16.00’an êvarê civîneke çapemeniyê lidar bixin.
Beriya çend rojan dîplomatekî rûsî ev serdan wek serdaneke girîng nirxand û dê di vê civînê de şandeya rûsî behsa geşedanên li Sûriyeyê bi rayedarên Şamê re nîqaş bike.