Li Stenbolê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû di çarçoveya operasyona li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) hat binçavkirin. Her wiha endamên Meclisa ESP’ê Çîçek Otlû, Mustafa Nacî Toper, Volkan Uyar, Selver Orman û Îlke Başak Baydar, endamên ESP’ê Yucel Karadag, Ozan Ogenler, Ozancan Sari û Îlhan Aslan hatin binçavkirin.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA ) Serdal Işik jî di çarçoveya dosyayeke cuda de hat binçavkirin.
Binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê. STENBOL