Li gundê Vîrkonîs ê navçeya Westan a Wanê Peyal Guç ê 55 salî, piştî qeyrana dil derbas dike û nikare karê bax û baxçeyê xwe bike, dest bi çêkirina gopalan kiriye. Peyal, îsal qeyrana dil derbas kiriye û êdî nikare karê çandiniyê bike. Guç anî ziman ku ji bo wextê wî berhewa neçe dest bi çêkirina gopalan kiriye û got ku di zarokatiya xwe de ji cînarên xwe hînî çêkirina gopalan bûye.
Guç ku ji dara ‘Gihûşkê’ gopalan çêdike, diyar kir ku çêkirina gopalan zehmet e û rojê du gopalan çêdike.
Guç da zanîn ku gopalên ku çêdike bêheq dide ên extiyar û şivanan û wiha got: “Berê mirov biçûna ku derê di destê wan de gopal hebûn. Di çanda kurdî de gopal xwedî cihekî girîng in. Ez jî niha hewl didim vê çandê bidomînim.” WAN