Kovara mîzahê ya heftane Leman, vê hefteyê êrîşa nijadperestî ya li Sakaryayê li dijî karkerên kurd ên ji Mêrdînê pêk hatibû kir wêneyê kovarê. Kovar bi manşeta ‘Rastiya bûyerê heye’ derket. Kovarê wiha got: “Walîtiya Sakaryayê dibêje ev bûyer ne rast e. Wekîlê AKP’ê û Cîgirê Serokê Giştî Alî Îhsan Yavûz jî gotibû bûyerek wiha neqewimiye.” STENBOL