Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Macron: Tirkiye li vê herêmê êdî ne hevkar e!

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, beriya civîna bilind a Med7 a li Korsîkayê ku heft welatên başûrê Yekitiya Ewropayê dê tev li bibin, li Ajaccîoyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Têkildarî aloziya li rojhilatê deryaya Spî Macron diyar kir ku divê mirov êdî qebûl bike ku Tirkiye li vê herêmê ne hevkarek e û wiha got: “Tirkiyeyê bi înkarkirina mafê rewa yê Yewnanistanê re bi hikûmeta Mutabaqata Neteweyî ya Lîbyayê re peymanên nayên qebûlkirin îmze kir. Tirkiye li qada aborî ya Qibrisê karên sondajê yên nayên qebûlkirin dike. Her wiha provokasyonên ku li dewleteke mezin nayê zêde dike.”

Xetên sor

Macron destnîşan kir ku divê Ewropa bi biryar be û ev tişt anî ziman: “Em ewropî, ne li dijî gel û neteweya tirk lê belê li dijî hikûmeta Serokkomar Erdogan ê ku nêzîkatiyên wî nayên qebûlkirin in, divê helwesteke aşkera û biryar nîşan bidin (…) Xetên me yên sor hêsan in: hurmeta li serweriya welatên endamên Yekitiya Ewropayê, hurmeta li hiqûqa navneteweyî û mehkûmkirina çalakiyên yekalî yên aliyan. Nêta me ew ku xwe ji aloziyê vegirin. Lê belê xwevegirtina ji aloziyê nayê wateya lawazî û qebûlkirinê. Xetên me yên sor ew in ku min qalê kir (…) Di destê Tirkiyeyê de ye ku ew jî nêta xwe aşkera bike.”

Macron anî ziman ku wê di civîna Med7 de rewşê binirxînin û ew alîgirê wê yekê ne ku ‘divê diyalogeke realîst’ bê meşandin û destnîşan kir ku lê bele bi şertên destpêkê yên tawîz jê re neyê dayîn ew alîgirê diyalogê ne.

Her wiha Macron ev tişt got: “Di asta Ewropayê de dixwazim xwedî heman zelaliyê bim. Divê Ewropa jî bibe xwedî dengekî aşkera û yekbûyî.” AJACCÎO 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar